
Melbenda Ezmer 1974
Ev melbend di 19ê Hezîrana sala 1974an de li çiyayê Ezmer qewimî, bajarê Silêmaniyê wê demê beşek ji herêmên di bin kontrola Artêşa Iraqê de bû, lê artêşê nedikarî bi dilê xwe tevbigere an ti çalakiyeke leşkerî pêk bîne, lewra planek ji bo êrîşkirina ser çiyayê Ezmer danî, ku Hêzên Pêşmerge tê de xwe bi cih kiribûn, û tevî ku artêşê karî çiya kontrol bike, lê rastî ziyanên mezin ên canî û madî hat.











