Peywendiya di navbera şoreşê û hikûmeta Îraqê de di dema Partiya Beas de ku cara duyemîn desthilat girtibû destê xwe, di rewşeke taybet de bû, bi taybetî di dawiya sala 1968an heta dawiya sala 1969an, sedema vê yekê ew bû ku koma Ofîsa Siyasî ya kevin li dijî şoreşê derketibû û peywendî bi hikûmetê re danîbû, û hêzên wan rojane, mil bi milê hêzên Artêşa Iraqê, êrîşî herêmên di bin kontrola şoreşê de dikirin, û heta radeyekê di herêmên newala Cafayetî, Sîwêl, Şarbajêr, Serûçk, Helebce, Biyare, Tewêle, Dûkan, Bêtwên, Pişder û Raniye pêş ketibûn.

Hêzên hikûmetê di êrîşên xwe yên li ser Sûrdaş de li ser destê hêzên Pêşmerge rastî ziyanên giran hatin, lewra, mîna gurên har her roj êrîşî cihekî dikirin, ji Casne, Gencîne û Qemçoxe, bi mebesta vegerandina wan bo bin kontrola xwe, lê hewldanên wan bê encam man, piştî hemû van têkçûnên ku li ser destê Pêşmerge bi artêşê ketin, Herdan Tikrîtî Wazîrê Berevaniyê yê wê demê serdana Kurdistanê kir û planek bi her du firqeyên yekem û duyem re ji bo êrîşa berfireh li ser herêmên şoreşê li sînorê Silêmaniyê danî, di 25ê Çiriya Pêşîn a 1969an de hêzên hikûmetê bi piştevanîya tank, topavêj, zirxpoş, balafirên şer û hejmareke mezin ji çekdarên kirêgirtî yên mûçexwer êrîşî herêmên Qeladizê, çiyayê Asos, Merge, Kîwerş, newala Şehîdan, Zenîre û çiyayê Ezmer kirin, şerekî xwînî yê demdirêj li herêmeke erdnîgarî ya berfireh derket, û tenê li herêma Qeladizê lîwayên (Heftem, Çardehem û Bîstem) bi fujek û çend seriyên magawîran beşdar bûn.

Tevî ku Artêşa Iraqê piştî gelek hewldanan û berxwedana hêzên Pêşmerge bo dema 14 rojan karî bigihîje Qeladizê, lê rastî ziyanên giran hat, bi taybetî li newala Şehîdan ku şer çend mehan dom kir, herwiha li çiyayê Makok ku hêzên hikûmetê rastî têkçûneke mezin hatin. Li herêma Sûrdaş Artêşa Iraqê çend êrîşên li pey hev li ser cihên Pêşmerge li Qizler, Qelqele, Casne, Gencîne, Qemçoxe û çiyayê Sara kirin, lê hemû êrîş têk çûn û rastî ziyanên giran hatin. Li gel hemû van, hêzên baskê Ofîsa Siyasî ya kevin jî di êrîşên xwe de bi hevahengiya bi hêzên Artêşa Iraqê re li ser Pêşmerge û herêmên di bin kontrola şoreşê de dudilî nekirin.

Di nîvê Çiriya Paşîn a 1969an de, wekî beşek ji êrîşa giştî ya hêzên hikûmetê, hêzeke mezin a koma navborî ji derdora gola Dûkanê bi mebesta êrîşkirina ser hêzên Pêşmerge û navenda serkirdayetiya wan li çiyayê Sûrdaş ber bi gundê Berglo ve pêş ket, hêzeke Pêşmerge bi fermandariya Hacî Şêx Qadir berpirsiyarê tabûrê di hêza Rizgarî de li hember wan sekinîn û bi tundî rûbirûyê wan bûn, û heta ku ew têk nebirin dev ji wan bernedan, termên 13 çekdaran li qada şer hiştin, û bermayiyên hêza wan reviyan û xwe spartin baregeha artêşê li Dûkanê.

Ev yek vê rastiyê nîşan dide ku baskê Ofîsa Siyasî ya kevin bi hevkariya û piştevanîya rejîma Beas berdewam bû li ser xayîntiya Şoreşa Eylûlê, ev wekî plan û ezmûnekê ji aliyê rejîma nû ya Beas bû da ku fêm bike heta çi radeyê koma navborî dikare li ser şoreşa Kurdistanê bi ser bikeve û xewnên wan pêk bîne ku ji têkbirina şoreşê pêk dihat, lê hewldanên wan biser neketin û bê encam man.

Çavkanî:

1- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê binyadnan û hiltekanin 1961- 1975, çapa çarem, 2021.

2- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd, berga sêyem, beşa duyem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapa yekem, (Îraq- 2004).

3- Arî Kerîm, Çend lapereyên zindî di Şoreşa Eylûlê de, (Çapxaneya Xebat- Duhok – 1999)

4- Xoşewî Elî Kanyelincî, Bîranînên Ezîz Qazî Hemed Sûrçî, (Çapxaneya Danişfer- Hewlêr- 2023).

5- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Eylûlê, çapa yekem, (Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn- Hewlêr- 2012).