
Heçî Ehmed Levrokî
Ehmed Levrok (1920-1969), naskirî bi Heçî Ehmed Levrokî, Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) bûye.
Di koleksiyonê de bigere, bi kategorî, ziman, û dîroka weşanê parzûn bike.
1.403 encam

Ehmed Levrok (1920-1969), naskirî bi Heçî Ehmed Levrokî, Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) bûye.

Ehmed Mihemed Îsmaîl (1915-1982), naskirî bi Ehmed Mihemed Sût, Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê bûye.

Di sala 1942an de li gundê Behrava li devera Sindiyan ji malbateke cotkar û Kurdperwer ji dayik bûye. Di roja (7/10/1992) de li (Serê Dêrê) nêzîkî gundê Boselê tê şehîdkirin.

Elî Xan Awdel Ehmed (1918-1981), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) kiriye.

Ev destan di 30ê cotmeha 1969an de li bilindahiyên pişt gundê Girtik û Maxobiznan li nêzîkî Sengeserê qewimî, hêza Pêşmerge bi fermandariya Omer Axa yê Dolemerî, êrîş birin ser artêşa Iraqê û çekdarên kirêgirtî, di demek kurt de karîn dest deynin ser rebayan û ziyaneke mezin a canî û madî bigihînin wan û dest deynin ser hejmareke zêde ya çekên curbecur, herwiha stratejiya plana wan têk bibin ku ew jî destgirtina ser baregeha Barzanî li Dêleman bû.

Husên Feqê Xanoy (1923-1963), Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) bûye û pileya wî serpel bûye.

Endazyar û siyasetmedar, Aza Mehmûd Ehmed Salih, nasraw bi Aza Xefaf û Hejar, sala 1976 li konfransa Berlînê endamê serkirdatiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, sala 1979 di Kongreya 9an de ji rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dûr ketiye, sala 1993 piştî yekgirtina Partiya Gel li gel Partiyê, careke din peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû ve kiriye, sala 2003 hatiye kirin rawêžkarê serokê encûmena wezîran a hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Xalid Mihemed Îbrahîm Huseyn naskirî bi (Xalid Şilî), di sala 1943an de li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, sala 1962an peywendî bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike û heman salê çûye rêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye, beşdarî Şoreşa Gulanê kiriye, ligel raperîna sala 1991ê xelkê Kurdistanê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê, sala 2004an berpirsiyarê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye, hilgirê medalyaya Barzanî bûye.

Teha Hacî Teha (1920 - 1986), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê bûye.

Hesen Mistefa Wesman (1930-1982), Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) û Şoreşa Gulanê (1976-1991) bûye, fermandeyê siriyê bûye.

Ehmed Teha Yûnis (1909-1983), naskirî bi Ehmed Teha, Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê bûye.

Silêman Şawelî Osman (1920-1963), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) bûye.