Di dema Şoreşa Eylûlê de di navbera salên (1961-1975) de çend derbeyên leşkerî li Iraqê qewimîn, komek rejîmên bi rûyê xwe îdeolojiya cuda lê di naverokê de bi naverokeke neteweperestiya erebî li ser şanoya siyasî derketin, her yekê ji bo demekê desthilatdariya Iraqê di dest de bû, rejîma Ebdulkerîm Qasim ku di 14ê tîrmeha 1958an de sîstema şahnişînî li Iraqê hilweşand û sîstema komarî anî holê, di 8ê sibata 1963an de Partiya Beis derbeya leşkerî lê kir û dawî bi desthilatdariya wî anî, paşê Ebdulselam Arif û komek ji jeneralan di 18ê cotmeha 1963an de derbe li ser beisiyan kirin û ji desthilatê dûr xistin, di 17ê tîrmeha 1968an de careke din beisî hatin meydanê û rejîma Ebdulrehman Arif pêçan, navborî û dar û desteyên wî şandin derveyî welat, ji bo cara duyem desthilatdarî girtin dest, ku desthilatdariyeke takekesî ya dirêj di dîroka Iraqê de bû.
Tiştê ku hêjayî gotinê ye ew e ku hemû ew rejîmên yek li pey hev dema ku desthilatdarî digirtin dest, ji bo qahîmkirina pêgeha xwe û bihêzbûna xwe destpêkê guhê xwe ji bo Kurd nerm dikirin û gotûbêj û danûstandin dihatin ber behsê, lê piştî demekê ku hêz û desthilatdariya wan qahîm dibû şerê Kurdî dest pê dikirin, lê ew tiştê ku ji hemû êrîşên wan ên leşkerî dijwartir bû sala 1968an bû ku beisî ji bo cara duyem hatin ser desthilatê, di wê demê de navmala Kurd bi curekî tûşî pertewazeyî û têkçûnê bû, baskê Mekteba Siyasî ya kevin demek bû penah biribûn ber hikûmetê û hêzên wan mil bi milê hêzên hikûmetê di êrîş û pelamardanê de bûn li ser navçeyên şoreşê, diyar e destpêkê karîn dest deynin ser çend bajar û bajarokan.
Lê şoreş li hember wan pêşhatên nû destewestan nema, belkî dest bi xwe-rêkxistinê û çekdarkirina hêzên Pêşmerge kir, hejmarek xulên fêrbûnê li Qesrê û Hacî Omeran û Gelale hatin vekirin, ji bo rahênanê li ser bikaranîn û çêkirina çekan, her di sala 1969an de çekeke zêde gihîşt şoreşê wekî Birnew, Katiûşa, reşeş, topên 106mm û 107mm, di dema 70 rojan de 38000 hezar çekên Birnew li ser hêza Pêşmerge hatin dabeşkirin, amadekariyan şoreş nehişt di rewşa berevaniyê de bimîne, belkî dest bi çalakiyên partîzanî yên curbecur kir û encamdana êrîş û pelamardanê li gelek cihan li ser artêş û dezgehên hikûmetê.
Di meha sibata 1969an de heta dawiya salê şer û pevçûn berdewam bûn, artêşa Iraqê û baskê Mekteba Siyasî ya kevin berdewam bûn di êrîşên leşkerî de li ser navçeyên di bin desthilatdariya şoreşê de, serkirdetiya şoreşê di berteka wê zexta zêde de komek dij-êrîş û êrîşên Pêşmergeyî pêk anîn li cihên cuda, yek ji wan Destana Girtik û Maxobiznan bû, dema ku pêşrewiyên artêşa Iraqê li navçeya Pişder gihîştin bilindahiyên pişt gundê Girtik nêzîkî Sengeserê, nexşe û plana wan wisa bû ku ji wir pêş ve biçin ji bo nav deştê û paşê Dêleman, ku baregeha Barzanî rêberê şoreşê lê bû. Ji ber ku ew hatina pêş a hêzên hikûmetê rasterast gef û metirsî bû li ser baregeha Barzanî, lewma hêzên taybet ên Barzanî bi fermandariya Omer Axa yê Dolemerî hatin şandin ji bo Dola Şehîdan, di şeva 30 li ser 31ê cotmeha 1969an de ew hêzên Pêşmerge êrîş birin ser artêş û çekdarên kirêgirtî ku li derdora bilindahiyên gundê Girtik û Maxobiznan xwe qahîm kiribûn, hêzek jî şandin ji bo damênê çiyê ji bo ku dorpêç bikin û rê li her alîkariyekê jî bibirin eger bi hawara wan ve bên.
Di yekem êrîşa Pêşmerge de piştî çend deqeyan çûn nav rebayan, di şerekî dest bi dest de rûbirûyê hev bûn heta çekên spî wekî xencerê jî tê de hatin bikaranîn, hejmareke kêm ji hêzên ser bi hikûmetê rizgar bûn yên din hemû hatin kuştin û birîndar bûn. Nêzîkî 150 efser û serbaz û kirêgirtî (caş) di wê destanê de hatin kuştin, derbeke kujer li hêzên hikûmetê ket, Îsmaîl Neîmî fermandeyê firqeya duwan roja din hat Sengeserê ji bo dîtina barûdoxê, ji ber wê şikestê tûşî têkçûna demaran (al-inhiyaru'l-esebî) bû bi wê pîvanê ku qet şikesteke wisa nedîtibû, artêşa Iraqê û hêzên din nekarîn careke din xwe bi Dola Şehîdan ve bikin, heta Pêşmerge nehişt bên laşê kuştiyên xwe jî bibin Sengeserê belkî yazdeh balafir bi kar anîn ji bo wê mebestê.
Destkeftiyên hêza Pêşmerge di wî şerî de pêk hatin ji 60 ghedareyên Kalaşnîkov û 30 tifengên Birnew û hawaneke 82mm û yekeke din a 60mm û 2 Dektyarev û du amûrên bêtêl û hinek kelûpelên leşkerî, hêjayî behsê ye di vê destanê de tenê 50 Pêşmerge beşdar bûn, ku karîn yek seriyeya mugawîr bi temamî ji nav bibin, piştî vî şerî û çend şerên din hikûmetê hêviya xwe bi çareseriya leşkerî lawaz bû belkî penah bir ber gotûbêj û danûstandinê, di encamê de rêkeftina 11ê adara 1970yê jê derket.
Çavkanî:1- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane li dîroka Şoreşa Eylûlê, çapa yekem, Hewlêr, 2007.
2- Omer Osman, Jiyana Kurdekî, çapxaneya Mukriyan, çapa duyem, Hewlêr, 2008.
3- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaziya Kurd, berga sêyem, beşa duyem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, çapa yekem, Hewlêr, 2004.
4- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Eylûlê, çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, çapa yekem, Hewlêr, 2012.
5- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê binyadnan û hilweşandin 1961-1975, çapa çarem, 2021.
6- Arî Kerîm, Çend rûpelên zindî di Şoreşa Eylûlê de, çapxaneya Xebat, Dihok 1999.
7- Îbrahîm Xelîl Ehmed û Cefer Ebas Hemîdî, Tarîx el-Iraq el-Muasir, Mûsil, 1989.





