Jînenîgarî

Di sala 1942an de li gundê Behrava li devera Sindiyan ji malbateke cotkar û Kurdperwer ji dayik bûye.

Xebatname

Di Sala 1961ê de çû nav rêzên Pêşmerge û ji ber zîrekatiya xwe pileya serpel li  Şoreşa Eylûlê wergirt.، Di 11ê Adara sala 1970yî de ligel wê serkeftina dîrokî ew bû serleq ligel Şehîd Erîf Feysel.، Di sala 1974an de şerê çekdarî ligel hikûmeta Îraqê dest pê kir, ji ber zîrekatiya wî, wî pileya serleq li Şoreşa Eylûlê wergirt.، Di sala 1975an piştî têkçûna Şoreşa Eylûlê ew ligel malbat û kes û karên xwe awareyî welatê Îranê bû.، Di sala 1978an de wî peywendî bi Şoreşa Gulanêa pêşketinxwaz kir, li kongreya 9ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi giranî tê birîndarkirin, ji ber zîrekatiya wî ew tê veguhastin bo ordîgaya Zêwe li Hêza 24 û pileya amir batalyon wergirt..

Di sala 1991ê de ligel çend ji heval û hevçeperên xwe yên Pêşmerge tên Kurdistan a azad, paşê berdewamiya xebata xwe didin li ser rêbaza Partî û Barzanî.، Di sala 1992an de bû amir hêz û berdewam bû li ser xebata xwe.. Di 7ê Çiriya Paşîn a 1992an de li Serê Dêrê nêzîkî gundê Boselê tê şehîdkirin.، Şehîd Derbaz Kelesh beşdarî di çendîn şer û çalakiyên leşkerî de di navbera salên (1961-1992) de kiriye wekî şerê Beravê li sala 1961ê, şerê Geliyê Zaxo û Eyn Zala û Xwalşê li sala 1962an, şerên Batifa, Bafiya, Çiyayê Metîna, Bana Nêrgizê, Avgeniyê, Yana De'emlkê, Xizava li sala 1963an, şerê Sindurê sala 1965an,şerê  Zêwka Pasê û Mangêşkê sala 1967an, şerê Çem Mişko û Lêvo li sala 1968an, şerên Berzêbarê, Girê Miha, Ser Çiyayê Dergelê, Qerewêla, Girk Sindî, Meman, Beqlijê li sala 1969an, şerê Durnexê li sala 1971ê, şerê Zozik, Gewra Omer Axa, Xirababk, Kîzva, Merîna, Koxê Hebeşî li sala 1974،  şerênGeliyê Bî Sifrî, Elwetan, Lulav, êrîşa Kura Gavana, Xwakurk, Hacî Umran, êrîşa Xirabdarê, Bana Zaxo, Pêşabîr, Kelha Mara, êrîşa Deştmrê, Mecme' Xebat, Dubankê li sala 1978an, şerên Hacî Awa, girtina Şawrîkê, Bêzhê, Geliyê Duhokê li sala 1979an, şerê Qendîl sala 1982an, şerê Şêla Şlîmazikê û êrîşa Hêtîtê sala 1991ê, êrîşa Spîne, Deşta Diyana û Serê Dêrê sala 1992an.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.