
Tahîr Mela Elî Muhemmed Rebatî
Tahîr Mela Elî Muhemmed Rebatî sala 1950an li parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye. Sala 1967an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge. Piştî rêkeftina 11ê Adara 1970yî hatiye kirin pasewanê sînor. Sala 1973yan ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye girtin. Sala 1977an peywendî bi Şoreşa Gulanê kiriye. Roja 15ê Kanûna Pêşîn a 2010an Medalya Barzanî jê re hatiye bexşîn.








