
Xoce Hacî Mewlûd
Xoce Hacî Mewlûd (1920-1970), Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) bûye.
Di koleksiyonê de bigere, bi kategorî, ziman, û dîroka weşanê parzûn bike.
1.403 encam

Xoce Hacî Mewlûd (1920-1970), Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) bûye.

Silêman Umer Ebdulla (1920-1959), Pêşmerge û hevalê Barzanî ji bo Yekîtîya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) kirîye û yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye.

Mecîd Avdel Nebî (1920- 2004) pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 1945) kiriye û yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961- 1975) kiriye. Sala 2004 koça dawî kiriye.

Paul Maubec nasraw bi Chris Kutschera ji sala 1966an ve karê rojnamevanî kiriye, şarezayiyeke baş di Rojhilata Navîn û bi taybetî pirsa Kurd de hebû, di destpêka karê xwe de heta sala 1971an zêdetir ji 130 raportaj li ser pirsa Kurd di rojname, govarên Fransî û navneteweyî de belav kirine, sala 2010an di Kongreya 13an a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bi sedema wan xizmetên pêşkêşî Kurd û Kurdistanê kiribû, ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve Mîdalyaya Barzanî ya Nemir pê hatiye bexşîn.

Reşîd Nebî Ebdulrehman (1922-1996), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtîya Sovyetê, beşdarîya Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) û Şoreşa Eylûlê (1961-1975) kirîye, pileya wî serpel bûye.

Teha Yasîn Şukir (1919-1993), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) bûye û pileya fermandeyî girtiye.

Melo Qurtas Seîd (1925- 1984) Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 1945) bûye û yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961- 1975) bûye. Sala 1984 koça dawî kiriye.

Mehmûd Mecîd Mehmûd Sûrçî nasraw bi (Mehmûd Gavan), di sala 1944an de li gundê Kelat ser bi nahyeya Bicîl, qezaya Akrê - parêzgeha Dihokê (Mûsilê kevn) ji dayik bûye.

Eskender Ebdulselem Birindar ku bi Eskender Mela Selam tê naskirin, pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî bû ji bo Yekîtiya Sovyetê, di sala 1925an de li gundê Çê ji dayik bûye û di sala 1957an de li Yekîtiya Sovyetê koça dawî kiriye.

Teha Hedoyê Çîço (1890-1981), ku bi Teha Reş tê naskirin, pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî bû ji bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) bûye.

Efser, aborînas û siyasetmedar Muhemmed Mûsa Sadiq, naskirî bi Muhemmed Feylî, sala 1950an li konferansa yekem a Bexda ji aliyê nûnerên konferansê ve wek endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd hatiye hilbijartin...

Tahîr Mela Elî Muhemmed Rebatî sala 1950an li parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye. Sala 1967an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge. Piştî rêkeftina 11ê Adara 1970yî hatiye kirin pasewanê sînor. Sala 1973yan ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye girtin. Sala 1977an peywendî bi Şoreşa Gulanê kiriye. Roja 15ê Kanûna Pêşîn a 2010an Medalya Barzanî jê re hatiye bexşîn.