
Destana Bêstanê û Deşta Hewlêrê 1965
Ev destan li deşta Hewlêrê di navbera Artêşa Iraqê û hêza Pêşmerge de di dawiya payîza sala 1965an de qewimî. Artêşa Iraqê êrîşî bingeh û baregehên Pêşmerge kir da ku metirsiyên Pêşmerge li ser bîrên petrolê yên Kerkûkê û daxistina mefrezeyên Pêşmerge bo nava bajar û bajarokan kêm bike, lê artêşa navborî rastî şikesteke mezin hat, ziyanên canî û madî yên zêde gihîştinê û nekarî armanca xwe bi dest bixe.









