Şerê Rewandiz di 8ê îlona 1974an de rû da, ew şer yek ji şerên dijwar bû, bi mebesta girtina cihên Hêzên Pêşmerge li navçeya Rewandiz, artêşa Îraqê êrîşeke berbelav di du bereyan de bo ser Rewandiz dest pê kir, yek ji wan di bereya çiyayê Gorêz ber bi navçeya gundê Balekiyan, yê din di Korêk ber bi Bêxal, ew êrîş maweyekê dirêj berdewam bû, hemû cure planek tê de hat bikaranîn ji bo girtina armancên wan.

Artêşa Îraqê di 8ê îlona 1974an de bi fermandeyiya lîwa rukin Îsmaîl Taye Neîmî, êrîşeke çir dest pê kir, êrîş di du bereyên cuda de hatin encamdan, yek ji wan li çiyayê Korêk û yê din li çiyayê Gorêz, sereta ji aliyê Hêzên Pêşmerge her du êrîş hatin têkşikandin, ziyaneke zêde gihîşt artêşa Îraqê, di wî şerê berevaniyê de topxaneya şoreşê bi fermandeyiya Halî Dolemerî rolekê sereke gêra di têkşikandina wê êrîşa artêşê, ew êrîş heta 19ê îlona heman salê berdewam bûn artêşa Îraqê ti destkeftiyeke wê nebû heta wî rojî, di êrîşa yekem de bo ser Hêzên Pêşmerge ziyaneke zêde gihîşt artêşa Îraqê, zêdetir ji 400 laşên kuştiyên serbazên wan li bereya şer cî hiştin, ew qehremanî bi xwîna şeş şehîdên Pêşmerge hat tomarkirin.

Hikûmeta Îraqê planeke pir ecêb bikar anî ji bo serketina xwe di wan êrîşan de, ew jî pêk hatibû ji êrîşkirin di çiyayê Korêkê ve bo bajarê Rewandiz, ji bo wê mebestê jî yek ji fermandeyên artêşa Îraqê bi navê muqedem rukin Ebdulwehab, planeke tokmeyî danî bû, bi buldozerên mezin hemû kevirên damênê çiyayê Korêkê rakirin, ji bo ku tank û zirîpoşên hikûmetê li serê çiyayê Korêkê ber bi armancê êrîş bikin, ew plana artêşê qet bi xeyala Pêşmerge nedihat, çimkî karekê pir dijwar û dûr bû ji lojîkê, ew planê hevsengiya şer guhert, Pêşmerge neçar kir bi paşekişê bo gundê Berzêwe û çiyayê Hندرێن û Zozik û Gerûyê Umeraxa û cihên din, ji bo artêşê jî serketineke mezin bû.

Yek ji planên din ên hikûmeta Îraqê ew bû êrîş kir ser Hêzên Pêşmerge li navçeya Bêtwatê, mebesta wê di wê êrîşê de tenê ew bû, serkirdatiya şoreşê hêzeke Pêşmerge bişîne navçeyê, ewê jî wisa dikir guvaş li ser artêşa Îraqê li navçeya Rewandiz kêm dibû, ew jî planeke rast bû. Çimkî Dola Reqe û beşên din ên navçeyê hatin girtin, ewê jî wisa kir guvaşa artêşa Îraqê li ser Pêşmerge zêde bibe û êrîş bibin ser çiyayê Rewandiz. Di encama berevaniya Hêzên Pêşmerge di roja 23ê îlonê balafireke (Mîg19) li gundê Berzêwe bi agirê (şestîrekê 14.5) hat xistin, firokevanê wê ku navê wî mûlazimê yekem Sefa Şellal bû bi dîl hat girtin.

Serencam artêşa Îraqê Dola Rewandizê girt, êdî şer tenê pêk hatibû ji topbaran û bombebarankirina navçeyên bin desthilata Pêşmerge, lê ewê dihat tînîkirin artêşa Îraqê berdewam li dû derfetekê digeriya ji bo êrîşkirin bo ser navçeyê, ji bo ku bi temamî ji bin desthilata Pêşmerge derbixe.

Çavkanî:

- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.