Hêzeke Pêşmerge bi fermandeyiya Mehmûd Kawanî û alîkarê wî Xurşîd Şêre li Kospê Spî û bilindahiyên Çiyayê Sîrînê yê rojhilatê gundê Pîrûswan nêzîkî gundê Bersîrîn li ser rêya Hamilton cîgir bûbûn, bi mebesta rêgirtinê li egera her êrîşeke Artêşa Iraqê eger ji Rewandizê niyaza êrîşbirinê hebe bo Balekayetiyê, çimkî her li wê navçeyê bi taybetî di dema gemaroya ser qişleya Rayatê de Artêşa Iraqê êrîşeke mezin bo Balekayetiyê encam da bo şikandina gemaroya ser qişleyê, lê ji aliyê Pêşmerge ve hat şikandin û fewceke serbazî bi temamî hatin jinavbirin.
Piştî wî şerî Artêşa Iraqê êdî nekarî bi vê rêyê de pelamara navçeyê bide, lê siryeyeke serbazî û çend rebayên çekdarên kirêgirtî (caş) li nêzîkî gundê Bersîrîn û Kospê Spî cîgir kiribûn, ew hêza Pêşmerge jî li hember rebayên Artêşa Iraqê û çekdarên kirêgirtî senger girtibûn û hejmara wan 20 Pêşmerge bûn. Şayanê behsê ye çekdar ser bi Şêx Zeyto bûn ku du berpirsiyarên wan hebûn bi navên Ezîzxan û Cibo, diyar e peywendiya wan bi şoreşê re hebû her bi wê boneyê gelek caran di azûqe û xwaremenî û fîşekan de alîkariya Pêşmerge dikirin.
Roje di yek ji sengerên Pêşmerge de li bilindahiyên Çiyayê Sîrînê ku dinêrî cihê serbazgeha Artêşa Iraqê li hember gundê Bersîrîn, dema ku serbaz mijûlî wergirtina xwarina nîvro dibin Pêşmergeyan gaşeberdeke mezin diqulipînin xwarê û dikeve nav serbazgehê û li meñcel û teşteyên xwarinê dikeve, serbazan revîn û cihê xwe bicîh hiştin û bo roja din bi yekcarî serbazgeha xwe vala kirin.
Di 31ê tîrmeha 1962an de ew hêza Pêşmerge nûçeya gihîştê ku hikûmet niyaza êrîşkirinê heye bo ser sengerên wan, ew bû di 2ê tebaxa 1962an de saet 5ê beyanî nûçe piştrast bû û êrîş dest pê kir, Pêşmergeyan jî amadekarî bo berevaniyê kirin û dabeşî ser çend qolan bûn, wisa diyar e bi sedema peywendiya wan bi çekdarên Şêx Zeyto re li qola bereya wan metirsî nebûn.
Di îşaretekê de hatiye ku sengereke Artêşa Iraqê ji aliyê Pêşmerge ve hatibû dorpêçkirin lewma hikûmetê di vê êrîşê de niyaza wê ew bû ku rizgar bikin, bo vê jî daxwaz ji Ezîz Silêman Beg kiribû ku helmeteke serbazî bo wê navçeyê bikin, çimkî çekdarên wî bi azad û zîrek navê wan derketibû, herwiha îşaret ewê jî dixe rû ku ev derfeteke bo Kerîm Xanê Bradost anîbû pêş ku di wê maweyê de rêzên şoreşê bicîh hiştibû û peywendî bi hikûmetê re kiribû da ku di wî şerî de beşdar bibe û bibe cihê baweriya wan.
Sereta wek her carê û plana cengê êrîş bi bordûmaneke sext a sengeran dest pê kir bi top û firokeyên êrîşber, piştre ji sê qolan ve artêş û çekdarên kirêgirtî pelamara Pêşmerge dan, heta saet 3ê piştî nîvro ya heman rojê artêş û çekdar di pelamara xwe de berdewam bûn û Pêşmerge jî di berevanîkirinê de bû, lê heta dihat fîşek û teqemeniyên wan kêm dibûn.
Diyar e artêş û çekdarên kirêgirtî (caş) derk bi vê kiribûn lewma xwestin pêşrewî bikin bo ser lûtkeya bilindahiyekê ku alayê li ser hilbidin û serkeftin bi ser Pêşmerge de rabigihînin, Pêşmergeyan jî xwe bo wan melas didan heta digihîjin ser bilindahiyê, di wê demê de ku mijûlî hildana alayê dibin ew êrîş dikin ser wan, çend çekdaran dipêkin û dest bi ser çek û teqemeniyên wan de digirin bi vê jî dikarin rêjeyeke fîşek û teqemenî desteber bikin, piştre êrîşa pêçewane dest pê dikin û çekdar û serbazên Iraqî dişkînin û neçar bi revînê dikin, Pêşmergeyan jî dûyê wan dikevin heta paşekişê bi wan dikin bo wî cihê ku jê hatibûn.
Piştî ku şer 14 saetan xeyand Pêşmerge serkeftina bi ser artêş û çekdarên kirêgirtî de tomar kir, laşê 12 serbaz û 4 çekdarên kirêgirtî li meydana şer de bicîh man, du Pêşmerge jî şehîd bûn her li cihê şehîdbûna xwe hatin veşartin ku heta îro jî gora wan li heman cihî maye.
Destkewta Pêşmerge di wî şerî de ev bû ku dest bi ser 10 tivingên îngilîzî û reşeşeke bren û amûreke bêtêl û dûrbîneke de girtin.
Çavkanî:1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd, berga sêyem, beşa yekem, şoreşa Îlonê 1961-1975, çapa yekem 2004.
2- Xurşîd Şêre, Xebat û xwîn, bîranînên salên xebata pêşmergatiyê, çapa sêyem, Hewlêr, 2015.
3- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hecî Bîroxî, berga yekem çapa duyem, Tirkiye, 2021.
4- Îsmaîl Gundejorî, Şoreşa Îlonê li Balekayetiyê, çapxaneya Rojhilat, çapa yekem, 2018.
5- Zerar Silêman Beg Dergeleyî, Bîranînên min di salên 1943-1977an de.





