Di dawiya meha çiriya pêşîn a 1974an de hêzên Artêşa Iraqê her du çiyayên Zozik û Sertîz dagir kirin, rebaye û sengerên xwe li wan bilindahiyan qayim kirin. Li gorî amajeya Qadir Hesen Sîtkanî, Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û beşdarbûyê şerê Hesnan, heta çend rojan beriya şerê Hesnan, yek ji du lûtkeyên çiyayê Sertîz di destê Pêşmerge de bû, bi vê sedemê hikûmetê şiyana pêşveçûna zêdetir nebû ber bi Gerûyê Bêşê û çiyayê Hesen Beg, lê gava hêza Pêşmerge ji wê lûtkeyê paşekêşî kir, Artêşa Iraqê destvekirîtir bû û nexşeya dagirkirina Gerûyê Bêşê û lûtkeya çiyayê Hesen Beg xiste plana dagirkeriyên xwe. Bi girtina wan her du cihan desthilata wê bi ser tevahiya navçeyê de diçû û sengerên wan li çiyayê Sertîz parastî dibûn. Piştî ku hêzên Pêşmerge paşekêşî kirin bo Gerûyê Bêşê li rojhilatê çiyayê Sertîz, hikûmetê dest bi tevgerên êrîşên xwe kir. Hêza Pêşmerge jî li derdora gundê Hesnan li binê çiyayê Hesen Beg sengerên xwe damezirandin daku pêşveçûnên Artêşa Iraqê rawestînin. Gerûyê Bêşê baregeha sereke ya hêza Pêşmerge lê hatibû bicihkirin ku serkirdê serbazî Hacî Bêroxî, fermandeyê batalyonê, serperiştiya wê dikir. Her li wê cihê goristanek hebû, piraniya wan Pêşmergeyên ku di şerên navçeyê û derdora wê de Şehîd dibûn, li wê goristanê dihatin veşartin, lewma navê wê kiribûn Goristana Şehîdan.
Derbarê çawaniya rûdana şerê Hesnan de, Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê Elî Feyzî Sîtkanî, beşdarbûyê şerî, bi vî awayî ji me re axivî û got: Em lîqekî Pêşmerge bûn ku baregeha me li Gerûyê Bêşê bû bi fermandetiya Hesen Axa Berzêweyî, lê ji bo erka Pêşmergatiyê û berevaniya li hember pêşveçûnên Artêşa Iraqê, me li gundê Hesnan senger girtibûn. Gava tevahiya çiyayê Sertîz ket destê hêza hikûmetê, me dît ku tevgera hêzên wan û vekirina rê bo tank û zirîpoşan li Gerûyê Sirot cihê gumanê bûn. Bêhna êrîşê jê dihat bo ser sengerên Pêşmerge, daku wan sengeran bişkîne û bigihêje her du xalên Gerûyê Bêşê û lûtkeya çiyayê Hesen Beg. Hêza Pêşmerge jî ji bo rawestandina pêşveçûnên wan û pûçkirina nexşe û plana wan, sengerên xwe li binê çiyê damezirandin. Di destpêka şevê de, li gorî planeke serbazî ji bo wergirtina zanyariyan li ser tevgerên artêşê, me mefrezeyeke pênc Pêşmergeyî şand pêşiya sengeran bo nêzîkî gundê Nawroyn li binê Hesen Beg. Piştî demekê mefreze vegeriya bêyî ku hay ji ti derketin û pêşketineke artêşê hebin.
Navbirî di berdewamiya vegotina xwe de got: Em jî beşek ji me li xaniyên gund bêhna xwe vedigirt, beşê din jî li jêrê gund di erkê de bûn û car bi car me nobet ji hev digirt. Nêzîkî beriya berbanga 13ê adara 1975an, yek ji Pêşmergeyên nobetdar nûçe da me ku hikûmetê êrîş aniye. Hêza Pêşmerge ya ku di sengeran de bû û yên din jî em rabûn, li cihê bûyerê belav bûyn û me dest bi qayimkirina sengeran û berevaniya li hember êrîş û pêşveçûna serbazên artêşê kir. Herçend tarîtiya şevê bi temamî ser erdê girtibû, lê me hest bi wê kir ku hêzeke mezin a Artêşa Iraqê li jêrê sengerên me mijûlî kolandina çalê bûn, dengê tewr û paç û pîmêrên wan dihat, lê me hay jê nebû ku hêza pêşveçûna serbazî ya artêşê gelek nêzîkî sengerên me bûbûn. Wan sengerên Pêşmerge yên ku hatibûn danîn, ji ber hebûna sermayeke dijwar xwe li kêleka gajeberd û dar û daristanan veşartibûn, tenê ji wan serbazan haydar bûn ku mijûlî kolandina çalê bûn bi mebesta sengerlêdanê, çimkî yên ku pêşveçûbûn gelek bi nermî nêzîkî sengerên Pêşmerge bûbûn, lewma wan hest pê nekiribûn.
Di berdewamiya axaftinên xwe de navbirî got: Piştî ku em li ser çend sengeran belav bûn, me bi kevirên mezin karî penagehekê çêbikin bo rûbirûbûnê. Zêde derbas nebû, ji nişkê ve yek ji Pêşmergeyan qêriya û got: "Lê bidin, qurbanê we bim, nehêlin derbas bibin". Diyar e di wê demê de hay jê bûbû ku serbaz ewqas nêzîk bûne, ew tîlêka çiyê ku li aliyekê Pêşmerge penageh jê girtibû, li aliyê din serbazan xwe lê veşartibû. Bi bilindbûna dengê Pêşmergeyî, ji her aliyekê ve teqe dest pê kir û şer germ bû. Arasteya lûleyên tivingên me ber bi wan serbazan ve bû ku li jêr mijûlî kolandina çalê bûn. Bi destrêjiya teqeya Pêşmerge, hawar û nalîna wan rabû, wisa dihat xuyakirin ku bi gulleyên me hatine pêkanîn, lê me dît ku poleke din a serbazan ewqas nêzîk bûne ku kêm mabû bibe şerê dest bi dest. Diyar e bi destpêka destrêjiya teqeyê, Pêşmerge Şehîd bû, yên ku li penageha tîlêka çiyê senger girtibûn.
Êdî şer berdewam bû heta roj hilhat, me êrîşa hikûmetê têk bir û ber bi jêr ve reviyan. Di wê germa şerî de du Pêşmerge jî diyar nebûn û paşê winda bûn. Piştre Artêşa Iraqê dest bi topbarankirina sengerên Pêşmerge kir, heta hêzên xwe jî ji topbarankirinê bêpar nehiştin. Herçend me êrîş û pêşveçûnên hikûmetê têk birin, lê ji me re zelal bû ku hêza hikûmetê ji hejmarê zêdetir e. Manewaya me li wê cihê ziyaneke zêdetir dê hebe, lewma me paşekêşî bi hêzên xwe kir bo Gerûyê Bêşê.
Herwiha Qadir Hesen Sîtkanî tekez kir û got: Herçend me karî şikestê bi êrîşa hikûmetê bînin û wan ber bi jêr ve bişopînin, wêrekiya wê yekê nebûn careke din êrîş bikin, lê gava aso bi temamî ronî bû, me dît ku pêşveçûna tank û zirîpoşan wisa nêzîk dibin û gihîştine damênê zeviyên gundê Hesnan. Di heman demê de berfeke zêde jî bariya bû, sermayeke dijwar tîn bi me anîbû, gelek zehmet bû em li hember topbarankirin û pêşveçûnên tankan û sermayê ber xwe bidin, lewma me paşekêşî bi hêzên xwe kir.
Navbirî di berdewamiya vegotina xwe de got: Li gel nêzîkbûna hêzên Artêşa Iraqê li derbendê Bêşê, ku hêza Pêşmerge bi fermandeyiya Hacî Bêroxî li bilindahiyên serê derbendê bo dema nêzî du demjimêran rûbirûyî wan bûn, bi çekê Brnno her serbazek li goristana Şehîdên şoreşê nêzîk dibû sêra wî digirtin, di wê dema kêm de dehan serbaz jê kuştin û ziyaneke zêde gihandinê, tevî wê jî car bi car çend firokeyên helîkopter ên şer li asmanê navçeyê derdiketin û bordûmana sengerên Pêşmerge dikirin, me dît yek ji helîkopteran bi çekê Doçka hat pêkanîn û ket xwarê, paşê hêza Pêşmerge ji ber bombarana firoke û topbaran û pêşrewiyên tank û zirîpoşan li derbendê Bêşê jî paşekişe kir û serketin bo bilindahiyên qedpalê çiyayê Hesen Beg.
Çavkanî:1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga sêyem, beşa duyem, çapa yekem, Hewlêr 2004.
2- Dîdar li gel Qadir Hesen Sîtkanî, Pêşmergeyê şoreşa Îlonê, nişteciyê Soran taxê Nehrî. 27ê Adara 2026.
3- Dîdar li gel Elî Feyzî Sîtkanî, Pêşmergeyê şoreşa Îlon û Gulanê, Soran gundê Sîtkan. 15ê Adara 2026.
4- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta Barzanî de ... Hacî Bêroxî, berga yekem, çapa duyem, 2020.





