Hikûmeta Îraqê her ji destpêkê heta dawiya sala 1969an bi hemû hêz û şiyanên xwe yên serbazî ku 6 firqe hebûn, çar ji wan li deverên Kurdistanê bûn, bi hevkariyê û hemahengiya hêza asmanî û çekdarên kirêgirtî (caş) di êrîş û pelamardana ser deverên di bin desthilata şoreşa Kurd de dirêjî nekirin. Êrîş û pelamardayînên wan piraniya deverên Kurdistanê girtibû. Yek ji wan êrîşan ku di wê satê de pêk anî Şerê Dola Alanê bû di 13ê tîrmeha 1969an de.
Alanê doleke dikeve damênê Çiyayê Korêk li rojhilatê Xelîfan, her di dolê de gundê Alanê heye. Diyar e ew dever her ji destpêka Şoreşa Eylûlê ve bûye cihê çavtêbirîna hikûmetê, bi wê pîvanê ku cihekî stratejîk ê girîng bûye bo bi hev ve girêdana Xelîfan û Dola Balîsan û Bêtwatê, ev jî bûye sedema wê ku çendîn şer tê de qewimîne. Yek ji wan şerên ku di wê dolê de qewimîn, ew destan bû ku di 13ê tîrmeha 1969an de di saet 6ê sibehê de hêzeke serbazî ya lîwaya 21ê ya Artêşa Iraqê bi palpiştiya firoke û tank û topan ji Xelîfanê hemleyeke serbazî dest pê kir û ber bi dolê ve pêş ketin bo dagirkirina gundê Alanê.
Wadîyar e batalyona Bêtwatê ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi wê pêşketina serbazî ya Artêşa Iraqê agahdar bûn, lewma wan jî li cem xwe amadekarî kiribûn. Gava ku nêzîk bûn, ber singê wan girtin û bergirî kirin. Piştî şerekî 13 saetî hêza hikûmetê têk çû û ber bi paş ve vekişiya. Di encamê de ziyaneke zêde ya canî û madî gihandinê, wek di amajeyê de hatiye zêdetir ji 50 serbazên wan hatin kuştin û birîndar bûn. Di vî şerî de destkeftiyên Pêşmerge pêk hatibûn ji hejmareke çekên corawcor wek şêst tîrekên dektaryof, 3 tivingên semînof û topeke du girê li gel birrek fîşek û kelûpelên serbazî.
Bo roja din fermandeyê batalyona Bêtwatê ya Hêzên Pêşmerge nameyek bo fermandariya lîwaya artêşa hikûmetê şand, daku kesên bişînin heta laşên kuştiyên xwe bibin ku di meydana şer de mabûn. Lawaziya hikûmetê di vî şerî û çend şerên din de derket, ku Pêşmerge komek serkeftinên mezin bi ser Artêşa Iraqê de tomar kiribû, herwiha ziyanên canî û madî yên zêde jî gihîştibû hêzên hikûmetê, heta wisa lê hat ku şiyana rûbirûbûna Hêzên Pêşmerge nemîne, lewma bi neçarî penah bir ber rêyeke din ku gotûbêj û rêkeftin bû, daku henaseyekê hilmêje û derfetekê biqozê ku careke din xwe rêk bixe, paşê hêzên xwe tijî çek bike bo gera din a şerê Kurd.
Çavkanî:1- Arî Kerîm, Çend lapereyên zindî di Şoreşa Eylûlê da, çapxaneya Xebat, Dihok 1999.
2- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtnewey Rizgarîxwazî Kurd, berga sêyem, beşa duyem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, çapa yekem, Hewlêr, 2004.
3- Senger Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên serbazî yên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapa yekem, Hewlêr, 2022.
4- Xoşewî Elî Kanyelincî, Bîranînên Ezîz Qazî Hemêd Sûrçî, çapxaneya Danişfer, Hewlêr, 2023.





