Di nîsana 1974an de hikûmeta Beis biryara destpêkirina şer da û êrîş û peyamên xwe yên li ser navçeyên di bin desthilata şoreşê de zêde kirin, hêza deşta Hewlêrê bi fermandeyiya Faris Bawe li Hewlêrê ji derveyî bajêr vekişiya û batalyonên xwe li ser bereyên şer dabeş kirin bi mebesta damezrandina xetekî berevaniyê, ji bo ku rê li ber pêşveçûn û êrîşên Artêşa Îraqê bigire.

Baregeha hêzê li çiyayê pişt Pîrer û Tekewer hat danîn, batalyona yek bi fermandeyiya Seyîd Kake li zincîreçiyayê pişt Baweqût û Gômetał hatin damezrandin, batalyona du bi fermandeyiya Eref Osman ji bo derbendê Gômespanê hat diyarkirin, batalyona sê bi fermandeyiya Ehmedê Hacî Elî li çiyayê Bawacî senger girt, du lîqên ser bi baregeha hêzê li navçeya Bêstane bûn, hêza Sefîn û hêza Azadî ku nû hatibûn damezrandin li çiyayê Sefîn heta çiyayê Bawacî û Heybet Siltan senger girtibûn û di amadebaşiyê de bûn, berpirs û kargêrên organên Partiya Demokrat a Kurdistanê mil bi milê hêza Pêşmerge li bereya şer di berevaniyê de bûn.  

Di destpêka meha gulana 1974an de Artêşa Îraqê bi piştevaniya tank û zirêpoşan ji du qolan ve êrîşî sengerên Pêşmerge kir, qola yekem ji Serê Reş ve pêşveçûnên xwe dest pê kir, qola duyem ew hêzên ku li derdora derbendê Gômespanê bûn ew jî dest bi tevgerê kirin û hemleyên xwe yên leşkerî dest pê kirin, hêza Pêşmerge dest bi bihêzkirina xeta berevaniyê kir û li hember artêşê sekinîn, her du aliyan ziyan dîtin, lê ji ber zêdebûna hejmara hêza artêşê zêde bû û di heman demê de di rewşa êrîşbirinê de bûn ziyanên wan zêdetir bû ji hêza Pêşmerge.

Artêşa Îraqê di destpêkê de nekarî bi ser hêza Pêşmerge de zal bibe û xeta berevaniyê bişkîne, belkî piştî çar demjimêr şerê berdewam rastî têkçûnê hat, lê topxaneya her du serbazgehên Serê Reş û derbendê Gômespanê di bordûman û topbaranê de sist nedibûn û tengî bi Pêşmerge xistibûn, xeta berevaniya Pêşmerge jî bi wî awayî ne xurt bû ku bergeha wê hemû topbaranê bigire, roja din careke din artêşê êrîş anî û êrîşî sengerên Pêşmerge kir, di wê êrîşê de ziyana zêde gihîşt hêza Pêşmerge ku bû sedema şehîdbûna 5 Pêşmergeyan û birîndarbûna 11ên din. 

Di encama wê rewşa ku hat holê ji dijwariya êrîşa hikûmetê û bêhejmarbûna artêşê bi piştevaniya tank û top û firokeyan, Pêşmerge nekarî bergeha wê êrîşa berfireh a hikûmetê bigire, belkî bi fermana sererê paşekişe kirin bo gundê Ziyaret û Sosê, Artêşa Îraqê karî dest bi ser wê navçeyê de bigire, paşê pêşveçûnên wê gihîşt çiyayê Derbend heta gundê Dêrê û rêya sereke ya Hewlêr – Koyê ket bin dest.             

 Çavkanî:   

1- Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944- 1987 jiyan û rola siyasî û leşkerî di bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr - 2019.

2- Senger Îbrahîm Xoşnaw, rûdawên leşkerî yên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapa yekem, Hewlêr, 2022.

3- Seyîd Kake, bîreweriyên Pêşmergeyekî, çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, çapa yekem, Hewlêr- 1997.

4- Xurşîd Şêre, xebat û xwîn, bîreweriyên salên Pêşmergatiyê, çapxaneya Hacî Haşim, çapa sêyem, Hewlêr – 2015.