Baserê gundekî Kurdî ye li nahiyeya Xidiran a ser bi qezaya Dûkanê ve, ku li binê çiyayê Kosretê ye. Wisa dixuye ku ev herêm wek deverên din ên Kurdistanê di bin dagirkeriya hêzên Iraqê de bû. Hebûna fujekî Artêşa Iraqê li herêmê bi hemû rabiya û baregehên serbazî, bandoreke gelek neyînî û metirsîdar li ser kar û jiyana asayî û çavkaniya debara xelkê gund û niştecihên herêmê hebû. Herwiha astengeke mezin li pêşiya şoreşê û tevgerên hêzên Pêşmerge bû. Di sala 1987an de li pêşiya çalakiyên Pêşmerge vebûneke berfireh çêbû, ev jî ji ber alozî û belavbûna refên artêş û hêzên hikûmetê bû. Komek ji Pêşmerge rojane li cih û warên cuda yên Kurdistanê rûbirûyê hêzên Iraqê dibûn û derbeyên giran lê dixistin û ziyanên mezin ên canî û madî pê digihandin. .  

 Ji çalakiyên Pêşmerge şerê Baserê ye ku şeva 27/28ê tîrmeha 1987an qewimî, dema ku hêzeke Pêşmerge ya ser bi Şaxên Sê û Çar ên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve êrîşeke mezin bir ser fujê Baserê û ziyanên mezin gihand hêzên hikûmetê. Ji ber ku hêzên Pêşmerge erkê xwe li gorî planeke xwendî û amadebûneke temam pêk anîbûn, lewma di demeke kurt de karîn fujê dagir bikin û têk bibin. Di dawiyê de hêzên hikûmetê ziyanên giran dîtin, di nav de kuştina 152 leşkeran û dîlgirtina 70 kesên din. Baregeha fujê û hemû rabiya û astengên serbazî hatin rûxandin û hejmareke mezin ji çek, teqemenî, wesayît û alavên serbazî ketin destê hêzên Pêşmerge. .

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, (çapa yekem- çapxaneya Roksana- 2021).

2- Gundê Baserê https://www.youtube.com 0

3- Şîmal Zêbarî, Hinek rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa yekem, (çapxaneya Rojhilat-Hewlêr – 2015).