Jînenîgarî

Şehîd Şehbaz Salih Se'dû, di sala 1931ê de li gundê Derkar E'cem li devera Sindiyan hatiye ser dinyayê, di havîna sala 1974an de di êrîşa Hêzên Pêşmerge yên devera Zaxo li ser rebî'a stratîjî ya Deştemirê Şehîd dibe, ji ber rola Şehîd Şehbaz Salih di Şoreşa Eylûlê de rêkxistineke leşkerî li ser dema Şoreşa Gulanê bi navê wî hatibû damezrandin.

Xebatname

Şehîd Şehbaz Salih Se'dû, di salên pênciyan de tê rêkxistin li gel Partiya Dêmokrata Kurdistanê li serdema Şoreşa Eylûlêê, di 11ê eylûla 1961ê de çekê şerefê hildigire û dibe Pêşmerge li gel birayê xwe Se'dû Salih Sindî û beşdariya azadkirina devera Sindiyan û senterê bajarê Zaxo dike, di sala 1962an de Şehîd Şehbaz pileya serqol werdigire û dibe berpirsê Hêzên Pêşmerge yên gundê Derkar E'cem, di heman salê de beşdariyê li şerê Çiyayê Spî û Geliyê Zaxo dike, gundê Derkarê di bihara sala 1962an de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve tê şewitandin, di sala 1962an de li gel qola xwe roleke karîger hebû di şerê Tenga Bankê û şerê Deştka Çiyê û bersînggirtina êrîşa dijmin li ser Batîfa Guliya, di çiriya pêşîn a sala 1962an de beşdarî şewitandin û lêdana petrolxaneya Eynzala li rojavayê Dicle dibe. .

Di sala 1963an de di şerê Çiyayê Metînî de bi giranî birîndar dibe, di sala 1964an de qolên Pêşmergeyî tên tenzîmkirin û sîstema leşkerî ya şoreşê tê guhertin û Şehîdê nemir ji ber lêhatî û zîrekiya xwe tê hilbijartin wek cîgirê amir siriyê li gel siriya birayê xwe Se'dû Salih Sindî ser bi Hêza Zaxo ve, di sala 1965an de fermandeyê nemir li gel çend qehremanên çavnetirs bersîngê dijmin li Baniya Nêrgizê digirin û ziyanên mezin digihînin rejîma ji nav çûyî.

Di sala 1973an de li gel 200 Pêşmergeyên qehreman ji devera Zaxo bi serperiştiya Se'dû Salih Sindî beşdariya parastina xaka pîroz û şikandina dijminên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê li devera Akrê dibe, di sala 1974an de ji ber rol û qehremaniya xwe tê hilbijartin wek amir siriyê (serleq) ser bi Hêza Zaxo ve, di sala 1974an de serperiştiya emeliyateke taybet dijî hikûmeta Îraqê li derwazgeha Îbrahîm Xelîl dike û gurzeke giran li dijmin dide û di encamê de bi sivikî birîndar dibe. .

Di havîna sala 1974an de di êrîşa Hêzên Pêşmerge yên devera Zaxo li ser rebî'a stratîjî ya Deştemirê Şehîd Şehbaz Salih li gel çend ji heval û hevçeperên xwe bi navên Dîndar Tofîq, Cemîl Cehwer, Husên Betal, Îbrahîm Selîm, E'lî Muhê Şehîd dibin û cenazeyê navbirî li goristana Derkarê tê veşartin.  

Piştî neskoya sala 1975an malbata Şehîd Şehbaz Salih çekê wî radestî hikûmeta Îraqê nake, li serdema Şoreşa Gulanê û li gel destpêka Şoreşa 26ê Gulanê, Şehîdê nemir Sadiq Umer Sindî wek amir mefrezeyê qehremanê Qiyada Katî çekê Şehîdê nemir li çend çalakiyên leşkerî dijî hikûmeta Îraqê bi kar tîne. .

Ji ber rola Şehîd Şehbaz Salih di Şoreşa Eylûlê de li ser dema Şoreşa 26ê Gulanê rêkxistineke leşkerî bi navê wî hatibû damezrandin li sînorê Lqa 1 bi serperiştiya Şehîd Sadiq Umer Sindî. ،Di Enfalên sala 1988an de kurê wî bi navê Fehmî Şehbaz li gel 13 birazayên wî bê serûşwîn dibe.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.