Jînenîgarî

Îsmaîl Hacî Xezir Basirmeyî di Sala 1950 de li gundê Basirmeya Kevin a ser bi qezaya Şeqlawe ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, qonaxa xwendina seretayî temam kiriye, malbata wî navê wê Sarî Mewlûd e û kurên wî Îbrahîm, Xelîl, Welîd, Emîne û keçên wî bi navê Şilêr, Se'diye, Kazîwe, Şanaz, Xatûn, di Sala 1988 de Şehîd dibe.

Xebatname

Îsmaîl Hacî Xezir Basirmeyî di Sala 1983 de peywendî bi rêxistina Ezmer bi berpirsiyariya Mehmûd Kawanî ser bi Lîjneya Navçeyê ya Şeqlawe dike, di Sala 1984 de pileya endamtiyê werdigire û ji ber hebûna xwendewariyê dibe kadroyê beşa rêkxistinê, serpereştiya hemû civînên şaneyên nihênî kiriye û rolekî wî heye di wê deverê de ji bo pêşxistin û çêkirina şane û karê rêkxistinî, di heman demê de Fermandeyê deste ya Çalakî ya nav bajêr bûye, herwiha mijûlî Dabînkirin a pêwîstiyên kesiyên nav Hêzên Pêşmerge û gihandina wan bi çiya dibe, rênîşanderê şaneyên nihênî bûye ji bo peywendîkirin bi Hêzên Pêşmerge li çiya, di Berwarî 14ê tîrmeha 1988 de bi molletek çend rojî vegeriyaye malê li gundê Basirme, lê tê eşkerekirin û deste yeke taybetî ya emnî bi hevkariya hêzeke neyara Partiya Dêmokrata Kurdistanê dor li mala wan digirin û hewla girtina wî didin, lê Îsmaîl Xezir xwe radest nake û berevaniyê li xwe dike piştî çend demjimêran ji berevanîkirinê Şehîd dibe.   

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.