Sala 1967 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê dike û dibe Pêşmerge heta nesko ya şoreşê berdewam dibe di xebat û têkoşînê de. Sala 1976 dubare peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê dike û li hêza Barzan dibe Pêşmerge, li ser raspardeya Kak Îdrîs û cenabê Serok Mesûd Barzanî digel bala rastî ya lîqa du tê navçeyên azadkirî, beşdarî çendîn şerên wekî şerê Xêrzok, Baskê Derû, gundê Meznê, devera Barzan û Mêrgesor dibe, li 21ê Tîrmeha 1980 beşdarî danîna kemînekê li nahiyeya Meznê ji bo serbazên Artêşa Iraqê dike û di wê çalakiyê de 29 serbazên Artêşa Iraqê dikujin, li 27ê Tîrmeha 1980 digel çend Pêşmergeyên hêza Barzan êrîş dikin ser serbazgeheke Artêşa Iraqê li bajarê Mêrgesor.

Sala 1987 di dema encamdana erka Pêşmergatiyê li Xwakurk birîndar dibe û tê veguhastin bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, lê li wir bi sedema sextiya birînên xwe koça dawiyê dike û Şehîd dibe.

Çavkanî:

1. Arşîvî Desteya Ensîklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.