Çîmen Murşîd Mela Şêxe di sala 1956an de li bajarokê Şeqlawe ji dayik bûye, pîşeya wê mamostaya dibistanê bûye, seretaya mamostatiya wê li dibistana gundê Sursure dibe û dûre tê veguhastin bo nav bajarokê Şeqlawe, Mihemed Emîn Hacî Zubêr dibe hevjînê navbirî û xwediyê du kuran bi navên Raber Mihemed, Daner Mihemed û yek keç bi navê Binar Mihemed bûne.
XebatnameÇîmen Murşîd bi sedema xwendewarî û nêzîkbûna ji Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê zû dibe cihê baweriya fermandeyên Hêzên Pêşmerge, di sala 1980yî de di navbera her yek ji Ehmed Zexok, Ehmed Derwêş, Serbaz Elî Reşîd, Mihemed Elî Omer, Nebez Qadir de dibe nivîskar û alîkariya gihandina nivîsaran dike, tevahiya wan salên ku mamosta bûye, roleke bilind hebûye di dayîna zanyariyên nav dibistanên bajarokê Şeqlawe ji bo rêkxistin û hêzên Pêşmerge.
Di sala 1987an de mefrezeyeke pêşmerge diçin taxa Kirîkor û derbeke kujer li hêza dijmin didin û navbirî wan mefrezeyan vedişêre, bi wê sedemê rejîma Beisê xaniyê wê bi ser de diteqînin û bi giranî birîndar dibe, piştî 15 rojan ji birîndariyê li nexweşxaneyê bi sedema giraniya birîna xwe şehîd dibe.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





