Zikrî Haco Kesû sala 1953an li gundê Dirî yê parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1972an bûye Pêşmerge. Sala 1975an awareyî welatê Îranê bûye. 1995an Şehîd bûne.
Şehîd Zikrî Haco Kesû, sala 1953an li gundê Dirî yê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Qonaxa xwendina seretayî li gundê Ergoş xwendiye, xwedî malbat bûye û xwedî çar kur û du keçan bûye. Sala 1975an awareyî welatê Îranê bûye û li komelgeha Zêwe niştecî bûye. Sala 1991ê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li qezaya Pirmamê niştecî bûye.
Sala 1972an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û di Hêza Çarçel de bûye Pêşmerge. Sala 1978an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û bûye Pêşmerge û beşdarî çendîn şeran bûye. Sala 1988an beşdarî destana Xwakurkê bûye. Sala 1991ê beşdarî raperîna cemawerî ya Kurdistanê bûye. Sala 1992an piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û di Artêşa Barzan de bûye Pêşmerge û beşdarî şeran bûye, sala 1995an li Hîran û Nazenînê li Şeqlaweyê di şerê navxweyî de Şehîd bûne. Li komelgeha Sardawê ya nahiyeya Meznê ya qezaya Mêrgesorê hatiye veşartin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




