Jînenîgarî

Yasin Mîkaîl Yasin, sala 1925an li gundê Sêlkê yê nahyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Zewicî bû, sala 1945an awareyê Rojhilatê Kurdistanê bûye. Sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê (1961- 1975) awareyê welatê Îranê bûye. Sala 1998an vegeriyaye Başûrê Kurdistanê. Sala 2009an koça dawî kiriye. Zimanên kurdî û rûsî dizanibû.

Xebatname

Sala 1943an û piştî vegeriyana Mela Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo navçeya Barzan û hilgirsandina Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 1945), peywendî bi rêzên leşkerê şoreşger ve kiriye, sala 1945an û piştî neskoya şoreşê, hevsanê cangorî û malbatên barzaniyan awareyê Rojhilatê Kurdistanê (Îran) bûye û piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê di serê sala 1946an de, di hêza Barzan de bûye pêşmergeyê komarê û piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê di meha kanûna yekem a sala 1946an de, hevsanê leşkerê şoreşger ê Barzan bi fermandeyiya jenerel Mistefa Barzanî piştî çendîn şer û neberdiyên li dijî artêşa şahnişînî ya Îranê, bi navçeya Nazdardaxa sêgoşeya sînorê Îran-Îraq-Tirkiyeyê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û di rêzên leşkerê de li navçeya hoza Mizûriyê cîwar bûye.

23ê gulana 1947an hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê gelê Kotol (Qetur) û şerê pirê Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê "Nexçewan"ê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û cilûberg û hatûçûyê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di rêkefta 23yê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewariya wan hebû, dersên fêrbûna zimanê kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê ve were veguhastin bo komelgeha Çirçûkê li nêzîk "Taşkend"a paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

 Adara 1949an li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê distandin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbecê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivskî kom bikin, lewra Yasin Mîkaîl Yasin di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Yasin Mîkaîl Yasin di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye pêşmerge û beşdarî şerên wê kiriye.

 

Serçave:

1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).

2- Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).

3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).

4- Omer Farûqî, Serdar Dana Jîndarî û Têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).

5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).

6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga Cografiyaya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavkiriyên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).

7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).

8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).

9- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda – Dar El-Reşîd lil-Neşr - 1979m).

10- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

11- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlya Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).

12- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.