Şehîd Xisro Ebdulla Hemed Emîn, di sala 1991ê de peywendî bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, di roja 18ê hezîrana sala 1998an de li çiyayê Seqer a devera Sîdekanê şehîd bûye.
Xisro Ebdulla Hemed Emîn, di sala 1971ê de li gundê Qelêtan ser bi qezaya Sîdekan a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, zewicî bûye, di roja 18ê hezîrana sala 1998an de şehîd bûye.
Di sala 1991ê de piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê, peywendî bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, di sala 1996an de di artêşa Sîdekan a ser bi leşkerê Pêşmergeyên Kurdistanê bûye Pêşmerge, li devera Sîdekanê beşdarî şerên parastina serweriya yasayê û destkeftiyên raperînê bûye. Di roja 18ê hezîrana sala 1998an de li çiyayê Seqer a devera Sîdekanê di şerê parastina serweriya yasayê de bi destê çekdarên PKKê şehîd bûye.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




