Jînenîgarî

 

Xidir Xelkanî, sala 1922 li gundê Xelkanê ser bi qezaya Rewandizê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya peymangehê di beşa çandinî-rûpêvî de wergirtiye, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjînî li gel Nadya pêk aniye, piştî vegera xwe ji awarebûnê li Îranê, sala 1978 vegeriyaye Gelale û li fermangeha çandiniyê ya Çomanê hatiye damezrandin, sala 1981 hatiye veguhastin bo Soranê, zimanên kurdî, erebî û rûsî zanibûye, sala 1987 li Soranê koça dawî kiriye û li goristana Soranê hatiye veşartin.

Xebatname

Sala 1944 berî ku peywendî bi şoreşê bike, serbazê hikûmeta Îraqê bûye li mulgeha Rewandizê û ji serbaziyê reviyaye, her wê salê peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye.

 Di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqî dest bi ser gişt mulk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin. Di 11ê çiriya pêşîn de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan li gel malbata xwe berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Dêmokrat a Kurdistanê de pêşmerge bûye, di 29ê nîsana heman salê de beşdarî şerê Qerawa yê li navçeya Seqizê bûye.

 Piştî nesko ya Komara Dêmokrat a Kurdistanê di 3ê adara 1947an de beşdarî şerê Nelosê û di 19ê adarê de beşdarî şerê Şino û Neqede bûye, ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û beşdarî şerê Mengûr û şerên geliyê Qotur û pira Makoyê bûye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn dersên fêrbûna zimanê kurdî ji wan re hatine gotin.

 

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çerçûkê li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ber lêborîna giştî ketine.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

 Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û serpel bûye, beşdarî şerên Hesen Beg, Sertîz, Hendrên û Gerûyê Bêşê bûye û di Şoreşa Eylûlê berpirsê bazgeha Berzîwê bûye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe daye Îranê, piştî salek awarebûnê vegeriyaye Kurdistanê û ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bo başûrê Îraqê hatiye veguhastin û li gundê Sigurê yê nahiyeya Germe Benî Seîdê ser bi qezaya Sûq el-Şuyûx li parêzgeha Nasiriyê hatiye niştecîkirin.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hîder Farûq el-Samirraî, Diya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Dar el-Hikme - 2016z).
  3. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  4. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxana Parêzgeha Dihokê - 2013z).
  5. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Dihok - Çapxana Parêzgeha Dihokê - 2013z).
  6. Umer Farûqî, Serdarê dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
  7. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
  8. Ebdulla Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavokên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  9. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  10. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  11. Necef Qulî Pesiyan, Ji Mehabada xwînawî heta peravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlya zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).