Di sala 1950î de bûye serbaz di Artêşa Iraqê de û di beşa endazyariyê de karê çakkirina çekan kiriye. Di sala 1961ê de peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û li cem Ebdullah Axayê Pêşderî bûye Pêşmerge, li gundê Rûstê kargeheke biçûk a çakkirina çekan hebûye û çekên Hêzên Pêşmerge çakkirine. Di sala 1962an de di encama êrîşa Artêşa Iraqê de bi hevkariya Kerîm Xanê Bradostî ji aliyê caşên Kerîm Xan ve hatiye şehîdkirin, ligel şehîdkirina Westa Xidir, keriyên bizinan ên gund û garanên gundê Rûstê talan kirine û gundê wan jî şewitandine.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




