Jînenîgarî

Şehîd Xerîb Arif Resûl Kerîm, di sala 1963an de li gundê Dolê Sorî yê ser bi nahiyeya Nalparêz a qezaya Pêncwênê ji dayik bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, berî bibe Pêşmerge kasibkar bûye.

Xebatname

Şehîd Xerîb Arif, meha 6ê 1981ê peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye, di batalyona Hacî Necîm a ser bi Hêza Surên a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge, ser bi lijneya navçeya Pêncwênê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Sala 1985an pileya serpelî wergirtiye.

Di rêkefta 8ê Tebaxa Sala 1987an de Şehîd Xerîb Arif beşdarî destana Ehmed Awa dibe û piştî rûbirûbûnê li gel serbazên rêjîma Îraqê li Mile Qonere fîşek bi wî dikeve û Şehîd bûne, paşê hevsengerên wî laşê wî dibin gundê Dizlî yê Rojhilatê Kurdistanê û bi xakê dispêrin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.