Şehîd Xemo Menaf Gefûr, di sala 1949an de li gundê Bolê yê ser bi bajaroka Sîdekana parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundî bûye û karê cotkariyê kiriye, nexwende bûye,  jiyana zewacê pêk neaniye. 

Di Şoreşa Eylûlê de dibe Pêşmerge li Batalyona Hacî Bêroxî ya ser bi Hêza Balekê, beşdarî şerên Hindirên û Zozk û Gorezê dike, di sala 1966an de li Gerûya Omer Axa ya nahiya Diyana ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, bi komek ji hevalên xwe re ji ber topbarana Artêşa rejîma Îraqê şehîd dibe.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensklopediyaya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.