Jînenîgarî

Xelîl Ehmed Mihemed Elî, di sala 1931ê de li qezaya Koyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, niştecihê bajarê Hewlêrê bûye, derçûyê qonaxa amadeyî bûye, fermanberê veguhastin û gihandinê yê parêzgeha Hewlêrê bûye, hevjîna Xelîl Ehmed navê wê Fatime Sabir e û kurên wî navê wan Dilşad, Hêriş, Sebah û Dilêr in û keçên wî navê wan Suad û Gewhertac in.

Xebatname

Xelîl Ehmed Mihemed Elî Di sala 1961ê de bûye pêşmerge li lîwaya Mistoyê Hacî Emîn a ser bi batalyona Sefîn Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di sala 1961ê de firokeyên rêjîmê bordûmana sengerên pêşmerge li Çiyayê Sefîn kirine û Xelîl Ehmed şehîd bûye, hevsengerên wî li heman Çiyayê Sefîn termê wî spartine axê.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.