Şehîd Xanawdel Huseyn Hemed, di sala 1935an de li bajarokê Sîdekan ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, xwendewar bûye, jiyana hevjîniyê pêk anî bû.
Sala 1961 bi rêya mamosta Hemîd Efendî birayê wî peywendî bi rêkxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike û kesekî çalak bûye, çendîn caran ji aliyê dezgehên emniyî yên rejîma Îraqê ve tê girtin û dişînin Kerkûk û Bexdayê, lê piştî azadkirinê berdewam dibe li ser karê rêkxistina nihênî ya partayetî, di 19ê Îlona 1982an de rejîma Beis qedexeya hatûçûnê li bajarokê Sîdekan ser bi parêzgeha Hewlêrê radigihîne, heman şevê ji aliyê çekdarên rejîma Îraqê ve tê ber gulleyan û di cih de Şehîd dibe.
Çavkanî:Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




