Xalid Hesko Îbrahîm, bi hilgirsiya Şoreşa Eylûlê (1943-1945) dibe Pêşmerge û beşdarî di dastanên wê serdemê de dike û piştî têkçûna şoreşê jî ligel barzaniyan rêya Rojhilatê Kurdistanê digire ber û di Komara Kurdistan-Mehabadê de jî wek Pêşmerge beşdarî dike. Di sala 1949 peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike. Di sala 1997 di şerekî ligel çekdarên PKKê li Kêla Selîm Xan Şehîd dibe.
JînenîgarîŞehîd Xalid Hesko Îbrahîm, di sala 1920 li gundê Važiyê ser bi qezaya Mêrgesorê ji dayik bûye, dawiyê di şerekî de ligel çekdarên PKKê ku li Kêla Selîm Xan di êvara 7 li ser 8ê Çiriya Pêşîn a 1997 rû da, Şehîd dibe.
XebatnameŞehîd Xalid Hesko Îbrahîm, bi hilgirsiya Şoreşa Eylûlê (1943-1945) dibe Pêşmerge û beşdarî di dastanên wê serdemê de dike û piştî têkçûna şoreşê jî ligel barzaniyan rêya Rojhilatê Kurdistanê digire ber û di Komara Kurdistan-Mehabadê de jî wek Pêşmerge beşdarî dike. Di sala 1949 peywendî bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike.
Di Sala 1961 careke din çekê pêşmergatiyê dike şan û di dastan û qehremaniyên wê serdemê de rola xwe dibîne, wek dastanên Meydan Mûrîk 1963, Gerûyê Sark 1963, Kunê Rêwî li gundê Žažok 1967, şerê Çiyayê Gorêz 1974.
Piştî raperîna 1991ê jî di proseya çespandina yasayê de wek Pêşmergeyekî çalak ê ser bi artêşa Barzan rola xwe dibîne û di şerê Mamêrût 1996 birîndar dibe, dawîn pileya serbazî amir seriye bûye di batalyona pêncê ya hêza 102ê ya artêşa Barzan. Dawiyê di şerekî de ligel çekdarên PKKê ku li Kêla Selîm Xan di êvara 7 li ser 8ê Çiriya Pêşîn a 1997 rû da, Şehîd dibe.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




