Xalid Hemîd Axa Bîrî, sala 1944 li gundê Bîrî yê devera Doskî ya Serû ser bi qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, zewicî bû, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê (1961-1975) awareyê welatê Îranê bûye û destpêkê li bajarê Neẍedeyê yê Rojhilatê Kurdistanê û dûre li bajarê Kerecê niştecî bûye, sala 1991 piştî raperîna cemawerî vegeriyaye Başûrê Kurdistanê nîştiman. Di 30ê Gulana 2012an de koça dawî kiriye.  

Sala 1961an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê (1961-1975) kiriye û li cem Hemîd Axayê bavê xwe ku yek bûye bûye Pêşmerge, di heman salê de li gel Barzanî derbasî devera Mizûrî û Nêrwe bûye û di şerê Mirîba, Lûmana û Geliyê Zawîteyê de beşdarî kiriye, sala 1962 li gel serok Mistefa Barzanî derbasî devera Soran bûye û di şerê çekkirina qişleya Rayatê de beşdarî kiriye, sala 1964 li gundê Dêrê û sala 1965 li Dîlmanê pasewanê mala serok Mistefa Barzanî bûye.

Sala 1979 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û vegeriyaye Mergewera Rojhilatê Kurdistanê û hatiye kirin bi pasewanê Mekteba Siyasî ya Partiyê. Di roja 1ê Tîrmeha 1981an piştî veguhastina rofatê serok Mistefa Barzanî ji bajarê Şino bo gundê Helecê, pasewanê mezarê Barzanî bûye. Sala 1987 li gel serok Mesûd Barzanî û beşek ji endamên Mekteba Siyasî ya Partiyê hatiye bo Liqa yek li devera Nêrwe. Sala 1988 vegeriyaye Zêwe li Rojhilatê Kurdistanê, dûbare bi mebesta beşdarîkirin di Dastana Xwakurkê de, hatiye bo devera Xwakurkê. 

Piştî şalawe bednawê Enfalê û kîmyabaran-kirina devera Badînan di sala 1988an de, navbirî vegeriyaye Zêwe li Rojhilatê Kurdistanê, sala 1991 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê. Xalid Hemîd Axa Bîrî di jiyana pêşmergatiyê de di şerên Maxobzin, Kewper li Rojhilatê Kurdistanê birîndar bûye. 

Di 16ê Tebaxa 1996an yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi sedema xizmetên xwe ji aliyê serok Mesûd Barzanî mîdalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn. Di 30ê Gulana 2012an de koça dawî kiriye.

Serçave: 

1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.