Usman Hesen Usman berniyas bi Usman Hesen Gulî, sala 1955an li gundê Rwîsê yê ser bi nahyeya Batîfa ya ser bi qezaya Zaxo – parêzgeha Dihokê ji malbateke şoreşger û Kurdperwer ji dayik bûye.
Usman Hesen Gulî di sala 1971ê de di Şoreşa Eylûlê de bûye Pêşmerge û dest daye çekê şerefê ligel Mela Hisên Marunsî, li devera Gelale berdewam bûye heta sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wekî hezaran Kurd xwe gihande sînorê Îranê.
Piştî Şoreşa Gulanê di sala 1976an de careke din dest daye çekî û bûye Pêşmerge ligel (Ebû Enter) û berdewamî daye xebatê, heta sala 1980an hatiye veguhestin ligel fermandeyê (Muhû Gewda) heta sala 1988an çendîn cara hatiye birîndar kirin, di dema Enfalên Badînan de awareyê welatê Tirkiyeyê bûye li gundên ser sînorê Tirkiyeyê akincî bûye heta sala 1991ê.
Piştî serhildanê vegeriyaye Kurdistanê, careke din dest daye çekî û bûye Pêşmerge ligel fermandeyê Ebdulkerîm Ferhan Keşanî heta sala 1997an, ji ber qaremanî û zîrekatiya wî bûye amirê fewc li kertê Lîfî heta sala 2000an bûye endamê hêzê û berdewam maye, heta damezrandina Zêrevanî bi pileya neqîb hatiye danîn û maye endamê hêzê û heta sala 2005an hatiye malinşîn kirin bi pileya neqîb.
Di dema hatina rêxistina terorîst a DAIŞê de Şehîd Usman Hesen dest daye çekî, xwe gihandiye berên şer li mihwerê bendava gundê Mûsilê, hezar car mixabin di roja 2ê tebaxa 2014an de di dema êrîşa gundê Sehlcê tê Şehîd kirin, digihîje karwanê nemiran.
Şehîd Usman Hesen xwediyê du xêzanan bû û hevdeh zarokên wî hene.
Jêder:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê





