Şehîd Muhemmed Ebûzêd Îsa Ebuzêd yê berniyas bi Meho Gewda Sala 1950 li gundê Gerînok li devera Guliya ji malbateka Kurdperwer hatiye ser dinyayê, sala 1988ê digel xêzan û kes û karên xwe awarê welatê Tirkiyê dibin, li sala 1989ê radestî rejîma Beis tê kirin û paş tê veguhastin bo Bexdayê û her di vê salê da tê sêdaredan.
XebatnameMuhemmed Ebûzêd Îsa Ebuzêd li sala 1964ê peywendiyê bi rêzên Pêşmergeyê ser bi Hêza Faris Kuremarkî ve dike, li sala 1969ê hewl da xêzana xwe jî bibete di nav rêzên şoreşê da belê ji layê hêzên rejîmê ve tê girtin ta beyannameya 11 Adara sala 1970ê tê azad kirin û berdewamiyê didete xebata xwe ta neskuya sala 1975ê, piştî neskuê bi 18 rojan navbirî digel çend Pêşmergeyan şiyan 4 çalakiyan di nav dijminî da encam bidin wekî kuştina serbazekê rejîmê li gundê Keşanê û herwesa şiyan boseyekê li ser cadeya sereke ya di navbera Zaxo û Batîfa da li nêzîk gundê Buselê danin û di evê boseyê da tirumbêleka serbazî ya ji corê (Îva) jnav bibin û 4 serbaz di nav da hatine kuştin û herwesa li lofên Derkarê şiyaye efserek û sê polîsan bi dîl bigrin, li destpêka Şoreşa Gulanê dibite amir mefreze piştî rêkxistawên leşkerî li salên (1979-1980) hatine damezrandin, berpirsê rêkxistawa şehîd (Mehmûd Yûsif) bûye û çendîn caran ji layê hêzên rejîmê ve plan hatiye danan bo jnavbirina wî, li sala 1985ê digel çend Pêşmergeyan di navbera gundê Dêrîşk û Avhê li devera Guliyan dikevne di nav boseyaka hêzên rejîmê da û di ewê boseyê da sê caş tên kuştin û şeşên din tên birîndar kirin û Pêşmergeyekîş bi navê Sidqî Avdel şehîd dibit û şehîd Meho Gewda digel kurê wî yê bi navê Hikmet tê birîndar kirin. Li sala 1987ê dibite amir hêzê destweşên (Qûweya Darbe), navbirî beşdarî zêdetirî ji 100 çalakî û dastanandan kiriye, pirtirî wan ewî bi xwe serperişti kiriye û ji girîngtirîn çalakiyên wî bersinggirtina êrîşa rejîmê bo ser devera Lêvê navdar e bi êrîşa Ermiştê, dastana mezin ya Zembîlfiroşî, dastana Şeranişê 3 sê caran, dastana mezin ya Umer Axaî, herwesa di sengerên gewriya Umer Axaî da navbirî şiya efserekî bi pela muqedem bikujit, jiber evê çendê ji layê cenabê Îdrîs Barzanî ve tê xelat kirin. Li sala 1988ê digel xêzan û kes û karên xwe awarê welatê Tirkiyê dibin daku ji Tirkiyê berev welatê Îranê ve biçin belê bi planeka nîvdewletî beramber kûjmekê mezin yê pareyî li sala 1989ê radestî rejîma Beis tê kirin û paş tê veguhastin bo Bexdayê û piştî bûrina çend roja biryara sêdaredanê bo tê derxistin di mêjûyeka ne diyarda li sala 1989ê tê sêdaredan.
Çavkanî:Arşîvî desteya însklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





