Jînenîgarî

Usman Hemed Wesman Umer, di sala 1963an li gundê Bawiyanê yê ser bi nahiya Basirmê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye, diya Usman Hemed navê wê Ayiş Îbrahîm e û xwediyê çar birayan bi navên Necmedîn, Îbrahîm, Celal û Şemsedîn û sê xwişkan bi navên Gulxatir, Heyat û Xatûn e. Di sala 1985an de Şehîd bûne.

Xebatname

Usman Hemed Wesman Umer Di sala 1982an de peywendî bi Westa Yûnis kiriye û bûye Pêşmerge, di sala 1983an de pileya endamê rêxistinê li Lîjneya Navçeyê ya Şeqlaweyê ya ser bi liqa duyan a Partiyê wergirtiye, di sala 1985an de ji bo bêhnvedaneke çend rojan vedigere gundê Bawiyanê û eşkere dibe û hêzeke Celalî bi fermandariya Sidîq Hemeziyad dorpêça mala wan digirin û rûbirûyî wan dibin, piştî bergiriyeke yek saetî di dawiyê de bi çeka Arpîcî li mala wan didin û birayekî wî ku pileya berpirsiyarê şaneyê bûye li navçeya Şeqlaweyê bi navê Îbrahîm û xwişkekî bi navê Heyat birîndar dibin, paşê Usman Hemed fîşek bi wî dikeve û Şehîd dibe.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.