Jînenîgarî

Umer Sabir Seîd Mihemed, nasnavê wî Umerê Hecî Sabir e, sala 1967an li gundê Awaiya Rostem Begê yê ser bi nahyeya Xurmalê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyarî ya gund bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, sala 1981ê Şehîd bûye.

Xebatname

Şehîd Umer Sabir, sala 1981ê bûye Pêşmerge li mefrezeya Ekrem Dêkonî, ku ser bi Hêzên Hewramanê yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, sala 1981ê beşdarî şerê Şeram û şerê Rezle û Parezanê kiriye.

Di 16ê îlona 1981ê de di şerê Rezle û Parezanê de li nêzîk nahyeya Nalparêzê ya ser bi qezaya Pêncwênê, dema ku êrîşa cemaeta Yekîtiyê bi hemahengiya Artêşa rejîma Beisê bo ser sengerê Hêzên Pêşmerge bû, Umer Sabir Seîd fîşek bi wî ketiye û Şehîd bûye, herwiha li gel wî çend hevsengerên wî bi navên Awat Zelmî, Ezîz Hêlampeyî, Fazil Heme-Kerîm Rehman, Ebdulrehman Beşaretî, Heme-Şerîf Fettah Mistefa, Ebûbekir Ebdulla Heme-Seîd û Namîq li wî sengerî de Şehîd bûne. 

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.