Umer Hesen Elî, sala 1927an li gundê Hostan a ser bi nahiyeya Barzan a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1983yan ji aliyê rejîma Beis ve li komelgeha Quştepeyê ya nêzîkî bajarê Hewlêrê hatiye enfalkirin.
XebatnameDi 22ê gulana 1947an de hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê ve û di şerê gelê Kotol (Qetur) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.
Piştî gihîştina wan a bi Yekîtiya Sovyetê di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer a Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgeheke li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di rêkefta 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Ceifer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê were veguhastin bo komelgeha Çirçûk a nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961ê peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û beşdarî şeran bûye, sala 1983yan enfal bûye.
Çavkanî:1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
2- Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknameyê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).
3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).
4- Umer Farûqî, Serdar Dana Jiyana û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).
5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê- 2001z).
6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavkirinên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).
8- Di bîranîna fermandarê Şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîriyê- 1997z).
9- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd bo Weşanê- 1979m).
10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Duhok- Çapxaneya Xebat- 1998z).
11- Necef Qulî Pesiyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîla zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).
12- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





