Şehîd Umer Ezîz, sala 1942an li gundê Nawendî yê ser bi qezaya Çoman a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye.
Sala 1981an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û di batalyona Necmedîn Goronî de bûye Pêşmerge. Di şer û çalakiyên devera Xoşnawetî û şerên derdora Wertê, şerê Balîsan, şerê Nazenîn, şerê Qeladizê, şerê Çoman de beşdarî kiriye.
Sala 1988an piştî rûbirûbûn û şikestanîna bi êrîşa serbaz û caşên rejîma Beis bo ser sengerê Hêzên Pêşmerge li Gerûyê Mencer li devera Wertê, ji aliyê topxaneyên rejîma Beis ve bi çirî topbarana sengerê Pêşmerge kirine û di encamê de Umer Ezîz Şehîd bûne û ji aliyê hevsengerên wî ve li heman Gerûyê Mencer bi xak hatiye spartin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




