Di nav rêzên bizûtneweya rizgarîxwaz de hebûna mefrezeya partîzanî pêdiviyeke şoreşgerî ye, di navendên cîhanî de jî wek hêza taybet yan hêza destweşên tên navkirin, ev hêz ji endamên destebijêr û çalak û çabuk pêk tên, di herasankirina dijmin de roleke giring dileyîzin bi wê pîvanê ku cihê cîgirtina wan nîne belkû gerok in, endamên wan jî destebijêr in, di encamdana çalakiyê de li gor bar û dûx û sirûşta navçeyê di cil û berg û rûxsar de xwe diguncînin, heta bikarin wê armanca ku di planên wan de heye bi serkeftî bipêkin.

       Havîna 1979an mefrezeyeke Pêşmerge bi fermandeyiya Mehmûd Şêxo Dolemerî tawûteyî çalakiyeke partîzanî kirin, ku cihêk destnîşan bikin gurzekê li rêzên serbazî yên Artêşa Iraqê bixin, ji bo encamdana wê çalakiyê plan danîn ku topbarana serbazgeha Sîdekan bikin, bi mebesta berdewamiya çalakiyên şoreşê û ziyangihandin bi berjewendiyên serbazî yên rejîmê û tirs û toqînê bixin nav rêzên wan, derbarê çawaniya encamdana çalakiyê Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê Ebdulrehman Hacî beşdarbûyê çalakiyê bo me gêraya û got: Mefrezeya me pêkhatibû ji şeş Pêşmergeyan bi fermandeyiya Mehmûd Şêxo, rabûn bi amadekirina topeke 57mm ligel hejmarek gule di barbarekê de bar kirin, milê rêya me girt û bi bilindahiyê de hilgeriyan heta gihîştin serê jorîn nêzîkî bajarokê Sîdekan.

      Piştî wê ku amadekariya pêwîst me kir di damezrandina topê û wergirtina xala pêkan û lêdana serbazgehê biryar hat dan ku êvarê berî rojavabûn çirkeya yekem teqandina topa me be, dema ku di nakav de çend gule top wek terzeyê biharê bi ser serbazgehê de ketin xwarê û bûbe rimbe û horre û tevlîbûna toz û dûkela topbaranê, bi awayekî nav serbazgeh têkçirûşan û nizanîn ew topbarane ji kîjan arasteyê hatiye kirin, her ewendeyan bo ma ku derûdorê navçeyê topbaran bikin, bi taybetî gumanên xwe xistin ser kêwekî bilind li bakurê Sîdekan bi navê Serê Spîndar, bi topên xwe agir li serê kirin ku çendîn km ji me dûr bû, em jî ku nexşeya çalakiyê me cîbicî kir û armanca me pêka kala û kel û pelên xwe pêçan û cihê xwe bicîh hiştin.

       Guman têda nîne tevahiya çalakiyên Pêşmerge li her cihêkî dijî dam û dezgehên serbazî û ewlehiyên rejîma Beis ku encam didan bi awayekî pêtewî û alozî dianî kayê, serbaz û Efser û karmendên ewlehiyên dûçarî tirs û delerawkê dibûn bi wê pîvanê ku di jiyan û emana xwe de dilniya nebûn.              

Çavkanî:

1- Sefer Yûsif Mîrxan Jajokî, Şehîd Doktor Ebdulrehman Zirarî (berkolek di jiyan û pêşmergatiyê de) çapxaneya Danişfer- Hewlêr- 2022.

2- Dîmane, Ebdulrehman Hacî, Soran, 2yê Sibata 2026an.