Doktor Tofîq di sala 1946an de li gundê Kanî Wetman a ser bi nahiyeya Xelîfan ji dayik bûye, qonaxa dwanawendî temam kiriye, dayika wî navê wê Amîne Ehmed e û birayên wî Sidîq, Reysî, Ehmed, Salih û du xwişkên wî hebûn bi navên Zul û Fatim, Sidîqê birayê wî Şehîdê Şoreşa Eylûlê ye.
XebatnameDi sala 1970yî de peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve dike û diçe cem Melazim Yûnis Rojbeyanî, ji ber ku xwendewariya wî hebû, beşdarî xûla birînpêçiyê bûye li serkirdayetiyê li Gelale. Piştî temamkirina xûlê çendîn doktor tên veguhastin bo leqên cuda yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Doktor Tofîq û Doktor Ezîz ber leqa çarem a Partiyê dikevin û rû li sînorê parêzgeha Silêmaniyê dikin.
Di sala 1971ê de li şikefteke gundê Xelekan cîgir dibin, dûre hêzeke serbaz û cahş êrîş dikin ser wan û di rûbirûbûna wan de fîşekek li wî dikeve û Şehîd dibe.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





