Şehîd Sîrwan Salih Mewlûd Ergoşî Mizûrî, sala 1967 li gundê Ergoş nahyeya Şêrwan Mezin qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye. Qonaxa xwendina dwanawendî li welatê Îranê xwendiye. Sala 1991 piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1988 peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û heman sal li hêza Barzan bûye pêşmerge. Sala 1988 beşdarî şerê Xwakurkê yê dijî Artêşa Iraqê kiriye. Sala 1992 piştî raperînê peywendî bi hêza Pêşmergeyê Kurdistanê kiriye û li Artêşa Barzan bûye pêşmerge.
Sala 1995 di şerê navxweyî de hatiye şehîdkirin.
Çavkanî:1- Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





