Jînenîgarî

Silêman Qadir Ebdulrehman Hemed Di sala 1951ê de li gundê Kanî Kewê yê devera Şemîranê ya ser bi qezaya Derbendîxanê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, birayekî wî bi navê Mihemed Qadir nasraw bi Heme Şemîranî di Şoreşa Eylûlê Şehîd bûne, dayika Silêman Qadir bi navê Mîna Ehmed û birayên wî bi navên Hememîn û Ebdulrehman in.

Xebatname

Silêman Qadir Ebdulrehman Hemed Di sala 1963an de bûye Pêşmerge di hêza Şemîranê de bi fermandeyiya Heme Şemîranî ku di wê demê de hêza Şemîranê hêzeke serbixwe bûye û ferman ji serkirdatiya şoreşê wergirtiye, herwiha sînorê çalakiyên vê hêzê li devera Şemîranê û devera Newrolî bûye zêdetir. Lê piştî çêkirina pêkhateya serbazî Şoreşa Eylûlê di sala 1965an de ev hêz her wek hêzeke serbixwe ma û xistin ser hêza xebata Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

Sala 1964an pileya serpelî di hêza Şemîranê de wergirtiye, sala 1965an di şerê Helebceya Şehîd de fîşek bi şanê wî yê rastê ketiye û bi giranî birîndar bûye, beşdarî şerê Derbendîxanê û şerê Helebceya Şehîd û şerê Dereşîşê bûye, sala 1967an li gundê Dereşîşê li nêzîk parêzgeha Helebce di rûbirûbûna ligel Celaliyan de fîşek bi wî ketiye û Şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.