Sala 1917 li gundê Spindarê ser bi nahiya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna bo Komara Dêmokrata Kurdistanê xêzandar bûye, xêzana wî navê wê Esma Ebdulrehman Salih bûye. Silêman Laç piştî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê sala 1950 li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevseriyê li gel Lutfiye Selîm Ebdulwelîd pêk aniye, xwediyê du kur û du keçan bûne bi navên Şukrî Silêman (1952), Zikrî Silêman, Medîna Silêman û Ênîna Silêman, xêzana wî ji neteweya Tatarên nîvgirava Qirimê bûye. Silêman şarezayî di zimanên Kurdî, Tirkî û Rûsî de hebû.
XebatnameSala 1931 peywendî bi rêzên Şoreşa Yekem a Barzan kiriye, di 3ê nîsana 1932an de beşdarî di şerê Meydandarî Dolavajî de kiriye, di 21ê hezîrana 1932an de li gel malbata xwe awareyî Komara Tirkiyeyê bûye. Sala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 12ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina binkeya polîsên Xêrezok û di 10ê çiriya paşîn a 1943an de beşdarî girtina binkeya polîsên Meznê kiriye. Di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfiya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêz û neveguhêzên wî de hatiye girtin.
Piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge, di 3ê gulana 1946an de beşdarî şerê Milqerenî û di 15ê gulana 1946an de beşdarî şerê Serdeştê kiriye.
Piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê, di 3ê adara 1947an de beşdarî şerê Nelos û di 13 li ser 14ê adara 1947an de beşdarî şerê Gûcar û di 25ê adara 1947an de beşdarî şerê Hevris û Helejê kiriye.
Ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê bi xaka Bakurê Kurdistanê vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegeriyana wan, jenerel Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana jenerel Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ber lêborîna giştî ketine.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. Bo dema sê mehan li Pîrmamê bûye û paşê li gundê Spindarê niştecih bûye.
Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û fermandeyê batalyonê bûye, di 7 heta 12ê kanûna pêşîn a 1961an de beşdarî şerê Geliyê Zawîteyê kiriye, di şerên Berê Zerd, Çiyayê Sipî, Dola Nehlî, Geliyê Zaxo, Siwaretûka, Banî Nêrgiz, Eyn Zalê û Çiyayê Çapankê beşdarî kiriye, sala 1963an di şerê Çiyayê Çapankê şehîd bûye û gora wî diyar nîne.
Serçave:-
Arşîva desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
-
Hîder Farûq El-Samirraî, Diya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016z).
-
Rêkarî Mizûrî, Jinen Ros û ragwastin û Enfal û komelkujî, çapa yekem, (Hewlêr – çapxaneya Minare - 2010z).
-
Sefer Yûsif Mîrxan, Barzaniyan li Sovyeta berê bi azadîxwaz nasraûbûn, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3749, Hewlêr, 18 nîsana 2011z.
-
Siyamend Mehmûd Sêlkî, Karwanê serferaziyê, çapa yekem, (Hewlêr - çapxaneya Pak - 2006z).
-
Salih Yusif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Duhok - Çapxana Parêzgeha Duhokê - 2013z).
-
Salih Yusif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Duhok - Çapxana Parêzgeha Duhokê - 2013z).
-
Umer Farûqî, Serdar Dana Zendegî û Mubarizat-ê Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
-
Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
-
Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan li Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
-
Kovara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15 nîsana 1959.
-
Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyet, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).
-
Laith Abd Al-Muhsin Jawad Al-Zubaidi, Thawrat 14 Tammuz 1958 fi Al-Iraq, (Baghdad - Dar Al-Rashid lil-Nashr - 1979m).
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweyî Rizgarixwazî Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
-
Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînavî ve heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
-
Senger û Pêşmerge, Fermande Silêman Laç Yawerê Barzaniê Nemir bo Êketiya Sovyetê, Kovara Senger û Pêşmerge, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Hewlêr, 15 çiriya pêşîn a 2018z.





