Şehîd Silêman Hisên Hacî Ebdullah, di sala 1952an de li gundê Dêlzîyanê yê ser bi bajarokê Diyana yê parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar bûye.

Sala 1970an peywendî bi Şoreşa Eylûlê dike û dibe Pêşmerge li sînorê Lîjneya Navçeyê ya Rewandizê ya ser bi lîqa 2 û pileya serpelî jê re tê dayîn û beşdarî kar û çalakiyên rêxistina qutabiyan û lawan dibe, beşdarî şerên Gorêz û Geliyê Elî Beg bûye, di sala (1974-1976) de ligel du hevalên xwe ji aliyê rejîma Beis ve tê destgîrkirin û sizayê sêdaredanê jê re derdikeve, dûre bi sedema lêborîna giştî tê azadkirin û dûbare peywendî bi rêzên Partiyê dike, di 10ê çiriya pêşîn a sala 1979an de ji aliyê kirêgirtiyên rejîma Beis ve li gundê Spîyara li Xwakorkê Şehîd tê kirin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.