Şehîd Seyfedîn Adil Aşûr, di sala 1945an de li gundê Ergoş yê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Qonaxên xwendina seretayî li gundê Ergoş xwendiye, xwedî malbat bûye.

Di sala 1961ê de peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge, beşdarî şerên Zozik, Henderên, Sertîz û Gerûyê Umeraxa bûye. Pileya amir fesîlî di hêza Balek de wergirtiye.

Di sala 1991ê de peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kiriye û di hêza Barzan de bûye Pêşmerge, di 18ê çiriya pêşîn a 1995an de li gundê Mêrozê yê nahiyeya Şêrwan Mezin ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye şehîdkirin. Li goristana Zulfiqar a bajarokê Herîrê hatiye veşartin.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.