Seyfedîn Tofîq Seyfedîn, sala 1964an li gundê Memîdaya ya nahyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Selt bûye, sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê ligel malbata xwe awareyê welatê Îranê bûye û li kampa Zêweyê ya Rojhilatê Kurdistanê nîştecih bûye.
Sala 1979an di temenê ciwanî de peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge, sala 1981ê di dema êrîşa hêzên Partiya Dêmokrata Kurd bo ser mezelê Barzaniyê nemir li gundê Helecî yê navçeya Mergewer a li Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûye û li goristana Mela Basik a li kampa Zêweyê hatiye veşartin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





