Jiyanname

Serbest Sebrî Kako Huseyn di sala 1963an de li bajarokê Şeqlaweyê ji dayik bûye. Qonaxa şeşê ya amadeyî li beşa zanistî temam kiriye. Navê dayika wî Asiye Ehmed Mistefa bûye, Serbest Sebrî du birayên wî bi navên Serbaz Sebrî, Hewro Sebrî û du xwişkên wî jî bi navên Gelawêj Sebrî, Nemam Sebrî hebûn.

Xebatname

Di sala 1982an de bi rêya Azad Maweranî peywendî bi rêxistinên  Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike, piştre di sala 1983an de eşkere dibe û ji aliyê ewlehiya Şeqlaweyê ve tê destbesserkirin û piştre dişînin girtîgeha Ebûxerîbê û sê salan tê zindanîkirin ku bi sedema wê hemû nînokên xwe û çend tiliyên xwe ji dest dide, heta di dawiya sala 1986an de dikeve ber lêborînê û azad dibe.

Di sala 1987an de peywendî bi mefrezeyên Lîqa Du re kiriye ku wê demê Mela Mihemed berpirsiyarê lîqê bû. Di sala 1988an de li Dola Balîsanê piştî temamkirina erka xwe û vegerê bo baregeha lîqê, dikeve kemîna dijminan û tê destbesserkirin, piştî mehekê di zindanê de û êşkencekirinê, şevekê ku mijûlî veguhastina wî dibin li pişt gundê Espîndareyê yê Xoşnawetiyê gulebaran dikin û Şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.