Şehîd Selîm Şêxo Birayîm Qadir, di sala 1950an de li çiyayên Mezra-Sterokan ên ser bi bajarokê Seyîdan ê parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye; gundî bûye û mijûlê karê heywandariyê bûye.
Di sala 1971an de têkiliyê bi Şoreşa Eylûlê re dike û li tabûra Muhyeddîn Şêxzada ya ser bi hêza Barzanê bû, dibe Pêşmerge. Di sala 1975an de penaberê welatê Îranê bû; di sala 1986an de li gundê Xelîfanê yê deşta Hîrtê ya ser bi nahiya Seyîdan ketin nav kemîna mercenariyên rejîma Baas û piştî şerekî dijwar Şehîd bû.
Çavkanî:-
Arşîva desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




