Selîm Elî sala 1929 li gundê Bêlingeyê yê ser bi şaredariya Hîran a qezaya Şeqlawe ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, xêzana wî navê wê Xatûn Ebdulla bûye, sê keçên wan hebûne bi navên Esmer, Şukriye, Pîroz. Sala 1965 di şerê Kepkê Şehîdan li çiyayê Sefîn Şehîd dibe.
XebatnameSala 1951 peywendî bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1953 li qezaya Şeqlawe desteser dibe û tê veguhastin bo girtîgeha Nûgreselman û maweya 8 salan zîndaniyê siyasî dibe, sala 1961 azad dibe.
Piştî azad bûne, sala 1961 rasterast peywendî bi Mehmûd Kawanî dike li hêza Sefîn a ser bi navçeya Şeqlawe ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
Di destana girtina Qişleya Derbendê Gomeşpan de bi sedema bordûmana firokeyên rejîmê birîndar dibe.
Sala 1965 di berevanîkirina li Kepkê Şehîdan li çiyayê Sefîn çar fîşek li sîngê wî dikevin û Şehîd dibe, hevsengerên wî termê wî vediguhêzin şaredariya Hîran û li goristana Hîran spartine axê.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




