Şehîd Sehîm Seîd Me'rûf, sala 1970yî li gundê Bişîryan a ser bi bajarokê Kelekê li qezaya Berdereşê ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, xwendewarî hebûye, xêzandar bûye.

Sala 1991ê peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1994an bûye Pêşmerge û sala 1996an hatiye kirin Fermandeyê betalyonê di artêşa Sîdekanê de, di şerên devera Sîdekanê de beşdarî kiriye, di roja 2ê Nîsana sala 1997an de di şerê bergirîkirin li serweriya yasayê de, li Sîdekanê ji aliyê çekdarên PKKê ve Şehîd hatiye kirin.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.