Selîm Derbas ku bi (Sedoyê Kurkî) tê naskirin, di sala 1937an de li gundê Kurka yê navçeya Golî ya bajarê Zaxo yê ser bi parêzgeha Duhokê ji dayik bûye, di sala 1975an de piştî şikestina Şoreşa Eylûlê jin û zarokên xwe hiştin û sînorê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de derbas kir û berê xwe da gundê Enbê ya li Wirmê û ji wir çû Rajo û Zêweyê, ji wir bo Bender Ebas û Bender Lenge hat veguhestin, lê jin û zarokên wî bo bajarê Nasiriyê yê başûrê Îraqê hatin koçberkirin, di sala 1991ê de vegeriya Başûrê Kurdistanê û li bajarê Zaxo bi cih bû, di sala 1997an de tûşî nexweşiya penceşêrê bû û bo wergirtina çareseriyê şandin Tirkiye, Sûriye, Awisturya û Almanyayê, di 25ê Gulana sala 2012an de li bajarê Zaxo koça dawî kir.
Di sala 1958an de tevlî refên Partiya Demokrat a Kurdistanê li Batîfa bû û wekî berpirsiyarê xaneyê hat tayînkirin. Di sala 1961ê de tevlî refên hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê li hêzên Duhokê bû, di sala 1962an de bû berpirsiyarê rêveberiya hêzan, di navbera salên (1961-1963) de beşdarî çend dewreyên bikaranîna çekan bû, di sala 1970yî de wekî fermandeyê seriyekê û parêzvanê sînor li Duhokê hat tayînkirin, di sala 1974an de piştî ku rejîma Îraqê şerê xwe li dijî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê dest pê kir, vegeriya hêzên Duhokê û beşdarî şerên navçeya Duhokê bû.
Di sala 1976an de çû bajarê Kerecê, di sala 1977an de vegeriya Başûrê Kurdistanê û ji wir çû Bakurê Kurdistanê û qezaya Cilî û Qilaban û Hederîşê, ew navçe baregeha hêzên Pêşmergeyên gerok ên Partiya Demokrat a Kurdistanê bû û têkoşîna xwe ligel hêzên lêder ên mefrezeyên gerok domand.
Di sala 1979an de wekî endamê kongreyê beşdarî Kongreya Nehem a Partiya Demokrat a Kurdistanê bû û Serok Mesûd Barzanî tivingeke Kalaşnîkov diyarî wî kir, piştî bidawîbûna kongreyê vegeriya Komatê ku baregeha şaxê yekem bû, di sala 1980yî de wekî berpirsiyarê parêzvanên lîjneya navçeya Zaxo hat tayînkirin, di sala 1981ê de berpirsiyariya cîgirê berpirsiyarê rêxistina Zaxo wergirt, di sala 1983an de wekî serokê rêxistina Sincarê li Zaxo hat tayînkirin, di sala 1987an de endamê lîjneya navçeyê û berpirsiyarê beşa leşkerî ya lîjneya navçeya Zaxo bû.
Di sala 1988an de, piştî kampanyaya Enfalê ya navdar û êrîşa kîmyayî ya li ser Badînanê ji aliyê rejîma Be'sî ve, Sedoyê Kurkî çû Bakurê Kurdistanê û ji wir bo komelgeheke penaberan li Amedê hat veguhestin, li wir erkên lîjneya penaberan wergirt.
Di sala 1991ê de piştî vegera xwe bo bajarê Zaxo, berpirsiyariya lîjneya navçeya Derkarê li Zaxo wergirt, di sala 1992an de wekî cîgirê fermandeyê artêşa Duhokê ya sêyem hat tayînkirin, di sala 1994an de wekî fermandeyê fuca şeşem a artêşa Zaxo ya yekem hat tayînkirin, di sala 1995an de posta fermandeyê hêzên 17 ên artêşa Zaxo ya yekem wergirt.
Sedoyê Kurkî di dema têkoşîna xwe ya di refên Pêşmerge de beşdarî çend şeran bû, ji wan şerê baregeha Casan li gundê Bedirkê ya navçeya Cembûr a Mûsilê di sala 1962an de, şerê Binî Derîkê ya navçeya Doskî, şerê Duhokê, şerê Wadiyê Zawîteyê, di sala 1963an de di şerê çiyayê Metînê, û şerê çiyayê Bêrêz û Bêtasê, di sala 1982an de di şerê navçeya Zembîlfiroş a navçeya Batûfa, di sala 1984an de di şerê navçeya Zaxo, di 1987an de di şerê Kanî Masî, di sala 1994an de di şerê Şeqlawe, di sala 1995an de li gundê Babîrê ku li wir birîndar bû.
Nîşana Barzanî ji aliyê Serok Mesûd Barzanî di roja 16ê Tebaxa 1996an de di dema pîrozbahiya Yûbîla Zêrîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê de jê re hat dayîn.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


