Sebah Muhemmed Arif naskirî bi Sebah Şêx Muhemewê Mîrî Sûr, sala 1967an li gundê Mîrî Sûr a ser bi nahiya Xurmalê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li bajarê Merîwanê niştecî bûye.

Sala 1980an bûye Pêşmerge di mefreza Xazî Şêx Muhemewê Mîrî Sûr ê birayê xwe de ku ser bi batalyona Şehîd Ebûbekir Banî Benokê ya hêza Sûrênê ya Lîjneya Navçeyê ya Derbendîxanê ya Lqa Çarê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Beşdarî şerê Kanêskan, çalakiyên partîzaniyê yên deşta Şarezûrê kiriye.

 Di 8ê Mijdara 1981ê de li gundê Qayerê Marf li deşta Şarezûrê ligel du hevsengerên xwe ketine kemîna hêzeke Yekîtiyê û Sebah Muhemmed û du hevsengerên wî bi navên Xazî Şêx Muhemewê birayê wî û Cemal Banî Benokê Şehîd bûne.

Çavkanî:

- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.