Jînenîgarî

Seîd Ebdulwehab sala 1918 li gundê Ergoşê ser bi nahyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, bi rêya xwendina Quranê û xwendina pirtûkên Bostan û Gulistanê fêrî xwendin û nivîsandinê bûye, berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bûye û hevjîna wî navê wê Rehîme Ebdullah Hemîd bûye û du kurên wan hebûne bi navên Şakir Seîd (1948) û Sadiq Seîd (1949), li Yekîtiya Sovyetê xwendiye, sala 1952 li zanîngeha Taşkentê hatiye wergirtin û bawernameya bakaloryosê di beşa erdnîgariyê de wergirtiye, sala 1959 bo maweya du salan li beşa erdnîgariya koleja adabê li zanîngeha Bexdayê bûye mamoste, di 18ê hezîrana 2001ê de li Pîrmamê koça dawî kiriye.

Xebatname

Sala 1940ê li hikûmeta Îraqê dibe serbaz, sala 1943ê ji serbaziyê reviyaye û peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 2ê çiriya pêşîn a 1943ê de beşdarî di girtina polîsxaneyên Şaneder û Şêrwan Mezin û Dola Vajê de kiriye, di 19ê tebaxa 1945ê de bi fermana dadgeha ûrfî ya serbazî ya Îraqî dest bi ser gişt milk û malên veguhêz û neveguhêzên wî de hatiye girtin. Di 5ê îlona 1945ê de beşdarî girtina bingeha polîsê Meydan Morikê kiriye, di 11ê çiriya pêşîn a 1945ê de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946ê de li hêza Barzan ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge, di 29ê nîsana 1946ê de beşdarî şerê Qerawa yê li navçeya Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê kiriye.

 Sala 1947ê piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê beşdarî di şerên navçeya Qelatan û Tergewer de kiriye û di vî şerî de birîndar bûye, ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947ê de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegeriyana wan, jeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947ê de li gundê Ergoşê civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947ê de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947ê de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947ê de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê ya Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947ê de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948ê de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûkê li nêzîkî Taşkentê paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949ê de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihe destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewra navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958ê li Îraqê û vegeriyana jeneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959ê de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi pişta xwe girêdan bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959ê de, xwe û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine.

Di sala 1958ê de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959ê de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

 Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê kiriye, beşdarî şerên Mirîba û Sersingê kiriye, li navçeya Badînan hatiye kirin fermandeyê batalyonê, sala 1975ê piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber rû kiriye Îranê, li komelgeha Zêweyê ya Rojhilatê Kurdistanê niştecih bûye û dûre hatiye veguhastin bo bajarê Esfehanê û paşê jî li Netenzê niştecih bûye, endamê rêxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye li bajarê Esfehanê, sala 1980ê vegeriyaye komelgeha Zêweyê û beşdarî Şoreşa Gulanê bûye û hatiye kirin fermandeyê batalyonê, bi şêweyê mefrezeyê beşdarî şerên Geliyê Reş û Ketîneyê kiriye, sala 1983ê bi sedema berbûna ji rêya Konelajanê eniya wî şikestiye.

 Sala 1991ê beşdarî raperîna li navçeyên Mêrgesor û gundê Ergoşê kiriye di 16ê tebaxa 1993ê de li kongreya yazdehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê – Yekgirtûyî di çarçoveya ahengên yûbîlê zêrîn de ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Dêmokrata Kurdistanê, rêrew ber bi Yekîtiya Sovyetê û Şoreşa Eylûlê، Şoreşa Gulanê û raperînê ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî nemir hatiye bexşîn, sala 1996ê vegeriyaye Kurdistanê û li Pîrmamê niştecih bûye.

Serçave:
  1. Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hevpeyvîna kovara Metîn, hevalbendê Barzanîyê nemir Ezîz Qazî bîranînên xwe vedigêre, beşa duduyan, kovara Metîn, lqa yekê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 48, xula sisêyan, Dihok, çapxana Hawar, kanûna duduyan 1996z.
  3. Hamîd Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga duduyan, (Hewlêr - çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  4. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wezareta Plandanînê, yekeyên kargêrî yên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hejmara malbatan û rûniştvanan, Hewlêr, 2009z.
  5. Hemîd Gerdî, Puxteyê dîroknameyê, çapa yekê, (Hewlêr - dezgeha çap û belavkirinê ya Aras - çapxaneya wezareta perwerdeyê - 2004z).
  6. Heyder Farûq El-Samerrayî, Ziya Ce'fer û rola wî ya sîyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m), r. 203.
  7. Şe'ban Elî Şe'ban, hinek Zanîyari Siyasî û dîrokî, çapa sisêyan, (Hewlêr - çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  8. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - çapxaneya Xebat - 1996z).
  9. Şêrzad Ebdulrehman, Jiyan û berxwedana d. Se'îd Ehmed Nadir ku dîrok serwerîyê dinivîsîne, belavkirinên Brayetî, (Hewlêr - çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  10. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, berga duduyan, (Dihok - çapxaneya parêzgeha Dihokê - 2013z).
  11. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, berga sisêyan, (Dihok - çapxaneya parêzgeha Dihokê - 2013z).
  12. Umer Farûqî, Serdarê dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duduyan, (Hewlêr - çapxaneya wezareta perwerdeyê - 2002z).
  13. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekê, (Hewlêr - çapxaneya wezareta rewşenbîrî - 2001z).
  14. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyên ji Mehabadê ber bi Sovyetê, çapa yekê, (Silêmanî - çapxaneya Peywend - 2011z).
  15. Kovara Hetaw, hejmar 154, sala şeşan, Hewlêr, çapxaneya Kurdistan, înî, 15 nîsana 1959.
  16. Di çarçoveya ahengên yûbîlê zêrîn da, serok Mesûd Barzanî mîdalyaya Barzanî dide têkoşeran û dayikên şehîdan, kovara Gulan, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 84, Hewlêr, 1 îlon 1996z.
  17. Leys Ebdulmuhsin Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958ê li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m), r. 288.
  18. Mihemed Salih Pêndroyî (Cegersoz), Jiyana keltûrî û civakî ya devera Mizûrî ya Bala, (Hewlêr – çapxaneya Rojhilat - 2020z).
  19. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Dihok - çapxaneya Xebat - 1998z).
  20. Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Pîrmam - Yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).